Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin 2020-10-11 09:09:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Pismamê Servet Tûrgûtê ku eskeran ew ji helîkopterê avêt û jiyana xwe ji dest da, Mahîr Tûrgût bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û got: "Rojnamevanên ku dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin."   Li navçeya Şax a Wanê di 11'ê Îlonê de eskerên çûbûn operasyonê du gundî Servet Tûrgût û Osman Şîban zevt kiribûn. Eskeran pêşî îşkence li her du gundiyan kiribûn û dû re ew ji helîkopterê avêtibûn. Piştî bûyerê bi 20 rojan Servet Tûrgût li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû û Osman Şîban jî li Mêrsînê hîn jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Lê belê rojnamevanên ku ev bûyer bi belge û delîlan weşandin û haya raya giştî pêxistin jî hatin girtin.   'JI BER ZILMÊ REVIYAN'   Pismamê Servet Tûrgût Mahîr Tûrgût, anî ziman ku di salên 90'î de ji ber zilmê çûna li Kampa Mexmûrê bi cih bûne. Tûrgût, anî ziman ku ji ber tiştên di demên dawî de li gundên wan diqewimin diêşin û got: "Ev bûyer wijdanê mirovahiyê êşand. Careke din me dît bê ka dewlet bi kîn û nefreteke çawa bi ser kurdan de diçe. Gundê me ji bera berê de di hedefa dewletê de ye. Di salên 90'î de ev gund bi temamî hat şewitandin. Koçberî li gel hat ferzkirin. Ên koçî metrepolan kirin ji zilm û îşkenceyê xelas nebûn. Bi her cure îşkenceyê re rû bi rû man. Lê dîsa jî gel dev ji têkoşîna xw eberneda. Piştî dewletê li metrepolan jî i nîjadperestî tevgeriya, gel mecbûr ma cardin gundê xwe ava bike û vegere gundê xwe."    ÊN VEGERIYAN BI POLÎTÎKAYÊN 90'Î RE RÛ BI RÛ MAN    Tûrgût, bilêv kir ku xizmên wan ên vegeriyan gundên xwe cardin bi polîtîkayên dewletê yên salên 902î re rû bi rû mane û got, 30 sal derbas bûne lê belê hîn jî gund di hedefa dewletê de ye. Tûrgût got: "Ev gund her tim di hedefa dewletê de ye Dewlet her tim bi operasyona û îşkenceyan, zilmê dike."    Tûrgût, diyar kir ku nexasim jî du sal in ji ber operasyonên li herêmê gundî tim bi heqaret û îşkenceyê re rû bi rû dimînin.    Tûrgût, anî ziman ku gundî dixwazin debara xwe bikin û got, zilm û îşkenceya lig undiyan tê kirin nayê qebûlkirin. Tûrgût got: "Em ne xerîbbê vê dijminatiyê ne. Armanca dewletê tunekirin û qirkirina kurdan e. Dixwazin kurdan hînî zilmê bikin. Dewletê li ber çavê dinyayê zilm li du mirovên masûm kir. Bêguman rojnamevanên ku dewletê teşhîr dikin jî her tim di hedefa dewletê de ne. Her tim çapemeniyê sansur dikin ku ev rûyê wan neyê dîtin. Di bûyera tecawizê ya li Êlihê de jî kesên nûçeya vê bûyerê çêkir ket ber lêpirsînê. Ev tenê çend mînak in. Lê em ê heya kengî bêdeng bin? Êdî dem hatiey ku em xwe ji vê bdêengiyê xelas bikin."    FLOYD BIBÎR XIST    Tûrgût, kuştin George Floydê ku li DYA'yê ji aliyê polîsan ve hat kuştin û piştî kuştina wî daketina gel a kuçeyan ibîr xist û got: "Êrîşî şîna Servet jî kirin. Ev li kû derê diyayê heye? Em çi qasî bêdeng bin, wê şidet û îşkenceya dewletê jî ew qasî zêde bibe. Ev bêdengî hêzê dide wan. Kurdê herî baş ê dewlet kurdê mirî ye. Divê em vê polîtîkayê berteref bikin. Helbet rojekê wê ev zilm hesab bide."    MA / Mujdat Can