Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist 2020-10-11 09:44:34   ÎDIR – Li Şaredariya Îdirê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û Îdareya Taybet a Bajar, 9 karker û karmend ji kar hatin derxistin.     Walî Enver Unlu ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Îdirê hat kirin, 9 karker û karmendên ku li şaredariyê û Îdareya Taybet a Bajar dixebitîn, bi hinceta lêpirsînên derbarê wan de ji kar derxist. Karker û karmendên ku ji kar hatine derxistin navê wan wiha ye: Ahmet Dere, Îhsan Karadenîz, Mehmet Tan, Cemal Kûrnaz, Belediye Kemal Şahîn, Denîz Ozgur Demîr, Mehmet Karagun, Adem Yaşa, Alî Çekîm.    EKSÎK BERTEK NÎŞAN DA   Parlamenterê HDP’ê yê bajar Hebîp Eksîk, bertek nîşanî derxistina ji kar kedkaran da û diyar kir piştî ku Serokê AKP’ê yê Îdirê Alî Kemal Ayaz bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re hevdîtîn pêk aniye karker û karmend ji kar hatine derxistin. Eksîk, got ku divê destûr ji xerakirina pêkve jiyan û xwişk û biratiya gelan re neyê dayîn.