Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê 2020-10-11 10:17:40 STENBOL - Rojnameger Arîs Nalci, bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiye ya li dijî Azerbaycan û Ermenistan û wiha got: "Azerbeycanê li Ermenîstanê armanca dixwest bi dest nexist. Piştî Rusya bang li herdu welatan kir û agirbest îlan kirin, Tirkiye li dervê sînor hiştin û Tirkiye xistin valahiyê."   Azerbaycan û Ermenistanê di 27'ê îlonê de li ser Karabaxa Çiyayî şer kirin. Piştî civîna sê alî ya wezîrên derve yên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li Moskowê di pêşkêşiya Rûsyayê de pêk hat, di 10'ê Cotmehê de Azerbeycan û Ermenîstanê agirbest îlan kirin. Ermenîstan û Azerbeycan li ser agirbesta herêma Nagorno Karabaxê li hev kirin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ragihand aşkere kir ku Ermenîstan û Azerbeycanê li herêma Nagorno-Karabaxê, ji demjimêr 12:00'ê nîvro yê 10'ê Cotmehê agirbest îlan kirine. Di şerê di 27'ê îlonê de dest pê kir herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî civînê bi navbênkariya Komîteya Kizilxaçê ya Navneteweyî ji bo cenaze, kesên dîl hatine girtin û girtiyan taqas bikin agirbest îlan kirin.    Têkildarî şer û Agirbesta navbera Azerbeycan û Ermenîstanê û helwesta Tirkiye û Rûsya Rojnameger Aris Nalci ji Ajansa me Mezopotamya re axivî. Nalci, anî ziman der barê naveroka civîna li Rusya pêk hat de zede ne xwedî agahnî ne û tenê bi qasî di çapemeniyê de hatiye parvekirin xwedî agahî ne. Nalci, da zanîn ku ji bo herdu alî cenazeyê eskerên xwe kom bikin û kesên dîl hatine girtin taqas bikin agirbest îlan kirine û wiha got: "Dema Rusya Hêza Aştiye bişîne Karabaxê, divê Azerbaycan jî vê yekê erê bike. Azerbaycan berê digot Eger Ermenistan axê paşve bide ezê erê bikim. Piştre got Eger Ermenistan şer bi dawî bike ezê erê bikim. Niha li rêyên lihevkirinê digerin.    Hem ji bo agirbestê û hem jî ji bo li hevhatin û çareseriyê hevdîtin tên kirin. Lavrov ji bo rêbazên şerê Nîsana 2016'an banga çareseriyê dike. Di vê planê de armanc dikin ku herdu aliyan jî kêfxweş bikin. Dixwatin li gorî protokola Zurîhê herdu alî li hev bikin û li rêyekê digerin. Li gorî plana Lavrov dê Ermenistan ji hin herêman xwe vekişîne. Herêm dibe ku qada di navbera 7 herêmên ku Azerbaycan qalê dikê be. Li hemberî vê yekê Azerbaycan jî dê ambargoya ragihandina navbera herêman ji holê rake. Ev yek dê şer rawestîne û rêya hevdîtinan veke. Li gorî daxuyaniya Lavrov dê Tirkiye li dervê sînor bimîne. Ji xwe Çavuşoglu jî got dê li gorî daxwazên Azerbaycan tev bigerin. Ev jî nîşan dide ku Rusya Tirkiye li dervê sînor hişt û xist valahiyê. "    'ERMENÎSTAN BERÊ XWE DA WELATÊN ROJAVA'    Nalci, anî ziman ku Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan Karabax ziyaret kir û got 'Ev herêm ya ermeniyan e.' û wiha got: "Vê gotina Paşînyan, Aliyev bêzar kir. Ermenistan piştî Şoreşa Kadife bi rêveberiya Nikol Paşinyan re berê xwe da welatên Rojava. Ev yek bû sedema ku li Karabaxê razemenî bê kirin. Piştî vê yekê li Karabaxê di asta biçûk de qadên hilberînê û piştî Enstîtuya Fransî kesên navendên çandê vekirin çêbûn. Ev yek bû sedem ku hêzên navneteweyi bêtir eleqeyê nîşanî Karabagê bidin. Di 2 salên dawî de ji ber Federasyona Ermenî ya Ewropa bûn alîgir hêjmara parlamenter û rêxistinên civakî yên Ewropa ku hatin Karabax ziyaret kirin zêde bûn. Ji ber vê yekê dibe ku Azerbaycan ketibe nava fikara 'Gelo Karabax hat naskirin?' Dîsa dibe ji ber Aliyev di aliyê siyaseta hundir de tengav bûbe be.    'AZERBEYCAN NEGIHIŞT ARMANCA XWE'    Nalci, destnişan kir ku tu armanca Ermenistanê ku şer derxe û şer bide destpêkirin tune û nabe û wiha lê zêde kir: "Hem dinaze ku hêza wê ya ku şer derxe tune, hem jî li gorî vê rewşê stabilize bûye. Di vê pêvajoya ku aboriya wê baş bûye de naxwaze bi cîranê xwe Azerbaycanê re şer bike. Herêma ku qala wê tê kirin, herêma di navbera herdu welatan de herêma tampon e. Artêşa Azerbaycanê ketiye vê herêmê. Herdu herêmê qala wê tên kirin pir nêzî hev in.  Hedefgirtina Paytext Karabaxa Çiyayî, rewşek bi zanebûn û raste rast e. Dîsa herêma Şusî û Nikatedral bombe kirin. Şer li vê herêmê zêde bû. Azerbaycan di esasê xwe de dixwaze vê herêmê bi dest bixe û têkiliya Ermenistan û Îranê qut bike. Lê Azerbaycan negihişt armanca xwe.    'ROLA TIRKIYE DI ŞER DE ZÊDE YE'    Nalci, da zanîn ku moral û baweriya gelê Ermenistanê pir bilind e û wiha berdewam kir: "Sedema vê yekê Tirkiye jî li gel Azerbaycanê tev li şer bû. Ji xwe Karabax ji bo wan têkoşîna hebûnê bû. Ermenistanê ji ber ku ev şer sedema hebûnê dît piştgirî da. Tirkiye û Azerbaycan raste rast nîjada Ermenî kirin hedef. Ji ber vê yekê Karabax ji bo Ermenîstanê bû sedema têkoşîna hebûnê. Ez beşdarî gotina 'Ne ji Rûsya bûya Azerbaycan tev li şerekî wisa nedibû' nabim. Rusya her tim li wir rola navbênkariyê dilîze. Di sala 1994'an de dema şer bi dawî bû, Hêza Aştiyê ya Rus  xwest biçe wir. Lê herdu aliyan ev yek nexwest. Rusya jî dixwaze bikeve Karabaxa Çiyayî û wir têxe destê xwe. Di şerê dest pê kir de ji Rusya zêdetir Tirkiye xaz da Azerbaycanê û xist nava şer. Li vir rola Tirkiye zêde ye. Dema hamleya Tirkiye ya li Suriye, Libya û Derya Spî ya Rojhilat li ber çavan bê girtin, tê dîtin ku Tirkiye taşeroniya şer dike. Nijadperestiyê geş dike. Armanc dike ku Ermenistanê bike hedef. Her ku Tirkiye tengav dibe Ermeniyan dike hedef. Di heman demê de Kurdan dikin dijmin û dixwazin vê yekê pêk bînin. "    'HER KU TIRKIYE TENGAV DIBE BI ERMENÎ Û KURDAN DE ŞER DIKE'    Nalci, bal kişand ser îdeayên ku şervanên PKK'ê birine Ermenîstanê û wiha bi dawî kir: "Daxuyaniyên ku şervanên PKK'ê birine Ermenîstanê pir eletewş û bê bingeh in. Dixwazin di ser dijminantiya Kurd û Ermeniyan de dijminê xwe bikin hevpar. Li Tirkiyeyê li dijî Ermeniyan nefter zêde bûye. Ev pir talûke ye. Her ku Tirkiye tengav dibe bi Ermenî, Rûm, Cûhî û Kurdan re şer dike."     MA / Îdrîs Sayilgan