Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin 2020-10-11 20:51:50   RIHA – Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner ku piştî çalakiya şermezarkirina komkujiya li Enqereyê eskeran ew binçavkir û li Edliyê serbest berdan, diyar kir ku eskeran li wê xistine û gefa êrîşa zayendî li wê xwarine.    Rêxistinên civakî yên sivîl û HDP’ê xwest li Pirsûsê ji qûrbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê Nîlgun Çevîk û Başak Sîdar Çevîk li ser gorên wan bibîr bînin. Eskeran bîranîna li gundê Midêba Biçûk asteng kir. Piştî bîranînê eskeran Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetîner ji derketina Pirsûsê binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Rihayê. Çetîner piştî îfadeyê sewqî Edliyeya Rihayê kirin. Çetiner, li Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê bi îdeaya “Propaganda rêxistinê kiriye" îfade da. Çetiner, di îfadeyê de diyar kir ku dema eskeran ew binçav kir li wê xistine û destê wê ters kelepçe kirine û avêtine hundirê maşînê. Çetîner, anî ziman ku ji ber lêdanê laşê wê reş û şîn bûye û şopa lêdanê heye. Çetîner, aşkere kir ku dema eskeran ew binçav kirin gefa êrişa zayendî li wê xwarine. Çetîner  piştî li dozgeriyê îfade da, dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi şertê kontrola edlî Çetiner serbest berda.    Çetîner diyar kir ku dê bi rêya parêzer serlêdana sûc bike.