Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse 2020-10-12 09:05:17 AMED – Rêxistinên rojnamegeran, bertek nîşanî girtina 4 rojnamegeran dan û diyar kirin ku rojnamegerên hatin girtin ji ber rastî nivîsandine hatin girtin û gotin: “Îqtîdara ji rastiyan ditirse tolê hildîne. Li holê sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin heye. Rayedar li şûna vê yekê lêkolîn bike, tol ji rojnamegerên rastî ronî kirin hilda." Li Navçeya Şaxê ya Wanê di 11'ê Îlonê de, eskerên derketin operasyonê welatî Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kirin û piştî îşkenceyê ji helîkopterê avêtibûn. Piştî bûyerê bi 20 rojan Servet Tûrgût li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Osman Şîban jî li Mêrsînê hîn jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Rojnamevanên ku bûyera du welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribin û nûçe û bi raya giştî re parve kiribûn, di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Rojnameger di 9'ê Cotmehê de sewqî dadgehê kirin û Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtin. Nûçegihên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin girtin. Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara rojnameyê ya berê Şukran Erdem jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Li ser navê Pilatforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) Roza Metîna, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) Serdar Altan û Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) Mahmut Oral bertek nişanî girtina rojnamgeran dan. Rojnamegeran anîn ziman ku girtina rojnamegeran nîşan dide ku pîşeyê rojnamegeriyê di bin talûkeyek mezin de ye.    JI SALÊN 90'Î HETA NIHA ZEXT HENE    Hevserokêk DFG'ê Serdar Altan, anî ziman ku girtina rojnamegeran a li Wanê nîşan dide ku îqtîdar çiqas ji rastiyan ditirse û wiha got: "Ji ber tirsa xwe dengê rojnamegeran qut dikin. Lê dê nikaribin bigêjin armanca xwe. Ji ber ku ji salên 90’î heta niha zextên li ser rojnamegeran berdewam dike, lê nikarin dengê rojnamegeran qut bikin. Rojnameger ji bo gelê me û rastiyan têdikoşin. Ev têkoşînek girîng e. Çi ji destê me bê em ê bikin û em ê wan bi tenê nehêlin. Bi girtina 4 rojnamegeran li Tirkiyeyê hêjmara rojnamegerên girtî derket 93'an. Ji ber rojnameger zext û zilma li gel tê kirin ronî dikin dixwazin bi vê yekê tolê ji wan hilînin. Ji ber vê yekê bi hincetê pûç rojnamegeran digirin.   ‘ISRARA RASTIYAN HER TIM WAN ACIZ DIKE'    Li ser navê MKGP'ê Roza Metina jî bertekên xwe yên li dijî girtina rojnamegeran anîn ziman û wiha got: "Çapemeniya azad di ronîkirina rastiyan de xwedî cihekî taybet û girîn e. Ji ber vê yekê îqtîdar her tim wan dike hedefaı xwe. Li gel binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnamegeran, rojnameger dîsa bi israr rastiyan digine gel. Lê îqtîdar armanc dike ku medya yek deng û yek reng ava bike. Derewên medya îqtîdarê, bi kevneşopiya çapemeniya azad pûç dibin. Pratîka salên 90’î îro jî li ser welatî û çapemeniyê didome. Di salên 1990'an de dîsa welatî ji helikopteran davêtin xwar. Rojnamegerên ku ev yek ronî kirin binçav kirin û girtin. Ligel ew qas êrîş, binçavkirin û girtinan wekî salên 90’î niha jî çapemeniya azad kevneşopiya xwe berdewam dike. Rastiyan digîne gel û cîhanê. Kesên êrîşî rojnamegeran dikin tu carî nagêjen armanca xwe. Niha jî nagêjin armanca xwe.    TALÛKEYEK NÛ LI PÊŞ ROJNAMEGERAN E   Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral jî anî ziman ku îqtîdarê welat ji bo rojnamegeran kiriye dojeh û wiha got: “Her roj rojnameger tên binçavkirin û girtin. Yên nayên girtin jî lêpirsîn û doz li wan tên vekirin. Bi vê yekê dixwazin rastiyan têxin bin zextan û nehêlin rastî ronî bibin. Me bûyera Wanê pir aşkere dît. Bûyerek pir girîng bû. Sûcê li dijî mirovahiyê bû. Rayedar li şûna bi şopa vê bûyerê bikevin û hesap jê bipirsin, tola xwe ji rojnamegerên ku ev bûyer ronî kir û aşkere kir stendin û ew girtin. Girtina rojnamegeran ne tenê bincilkirina rastiyan e. Dema em biryara dadgehê dixwînin, talûkeyek heye. Qala qersa zer a rojnamegeran dikin. Rojnamegeriyê tenê bi kesên qerta zer bi sînor dike. Hevalên me yên Serhedê jî dê ji niha û şunde rastî astengiyên polîs esker û bekçeyan bê. Ev talûke ye."