Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e 2020-10-12 12:01:08 WAN – Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan, derbarê bûyera avêtina ji helîkoperê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban de ev tişt got: “Heke mirov vê bûyerê weke îhtîmal jî binirxînin ev bi tena serê xwe rewşeke karesatê ye.”   Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan, piştî ku tevlî kongreyên partiya xwe yên li Amed, Êlih û Bedlîsê bû, debasî Wanê bû. Babacan, îro li bajar bi endam û rêveberên partiya xwe re taştê xwar û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir.    ‘PIRSGIRÊKA GIRÎNG BÊKARÎ YE’   Babacan, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Wanê bêkarî ye û wiha got: “Potansiyeleke mezin a Wanê ya pîşesaziyê ku nehatiye bikaranîn heye. Divê proje bên zêdekirin. Bêkarî pirsgirêka herî mezin a welatê me ye. Bi taybetî jî li Wanê ku gelheyeke wê ya ciwan heye, pirsgirêka herî girîng bêkarî ye. Ji bo sererastkirina belavkirina dahatê divê hê zêdetir razemenî li Wanê bê kirin.    ‘PERGAL NIKARE HETA 2023’AN LI BER XWE BIDE’   Babacan, bal kişand ser ewlehî û aramiya li welat û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Ne pêkane ku hikûmeta heyî ewlehî û aramiyê pêk bîne. Ji ber vê yekê me jî tevgereke siyasî da destpêkirin. Em difikirin ku pergala heta sala 2023’an li ber xwe bide. Hemû berikin dewletê hatine valakirin. Bi rastî jî pirsgirêk mezin e. Lê bi rêveberiyeke rast rewşa welat dikare bê başkirin.”   PIRSÊN ROJNAMEGERAN BERSIVAND   Piştre Babacan pirsên rojnamegeran ên derbarê mijarên di rojevê de bersivand. Rojnamegeran, girtina hempîşeyên xwe û avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût ku jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban ku hê bi ser hişê xwe ve nehatiye ji Babacan pirsîn û xwestin nêrînên wî yên derbarê mijarê de hîn bikin.     ‘EM VEGERA LI SALÊN 90’Î QET QEBÛL NAKIN’   Babacan vê pirsê bi van gotinan bersivand: “Dosya lêpirsînê dosyayeke nepen e. Di encamê de em derbarê dosyayê de ne xwedî agahî ne. Lê fikirina mirovan a vê bûyerê jî rewşeke karesat e. Mixabin em di rewşeke wisa de ne ku, ji ber binpêkirinên mafan gelek zêde ne, dema mirov bûyerên wiha dibihîzin bawer û qebûl dikin. Divê hikûmet li ser xetayên ku dike bifikire. Em qet qebûl nakin ku Tirkiye vegere salên 1990’î. Kî dibe bila bibe, ji kîjan partiyê dibe bila bibe, mirov mirov e. Heke binpêkirina mafan hebe em li cem mezlûman e. Em li gel kesên ku mafên wan hatine binpêkirin disekinin û bi awayekî aşkera piştgiriya wan dikin.”   VEGERIYA ENQEREYÊ   Piştî bernameya taştê ya bi endam û rêveberên partiya xwe re Babacan, li Kolana Cûmhûriyetê derket serdana esnafan û piştre derbasî balefirgeha Ferît Melen bû û ji vir jî çû Enqereyê.