Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir 2020-10-12 13:50:48   WAN – Salîh Akman ê bi ûsûla tayînkirinê bû Serokê Şaredariya Tûşbayê ya AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de ji bo kar bicih kir. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî ku vê yekê jê pirsîn ji wan re got: “Ev yek we eleqedar nake.”   Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de li navçeya Tûşba ya Wanê namzetê HDP’ê bi ser ketibû. Lê Desteya Hilbijartinê ya Bilind bi hêceta namzetê HDP’ê bi KHK’ê hatiye îxrackirin, mazbata nedayê û rabû mazbatayê da Namzetê AKP’ê Salîh Akman. Akman bi ûsûla tayînkirinê anîn ser wezîfeyê. Ev serokşaredarê AKP’ê niha jî bi girtina kar a cudakar di rojevê de ye.       Akman berê xwarziyê xwe Sînan Koçak di Miduriyeta Nivîsgeha Taybet de bicih kiribû û biraziyê xwe Azîz Akman jî di Cîgiriya Serokşaredariyê de bicih kiribû. Akman 7 xizmên xwe di yekîneyên cuda yên şaredariyê de xistiye kar.    Akman ê AKP’î niha jî sê keçên xwe di saziyên cemaweriyê yên Wanê de xist kar.    3 KEÇÊN WÎ LI SAZIYÊN CEMAWERIYÊ DEST BI KAR KIRIN    Keça Akman Zûhal Akman beriya niha bi demekê wek fîzyoterapîst li Zanîngeha Wanê bicih kir. Rektorê Zanîngehê Hamudllah Şevlî gotibû li gorî ûsûlê girtine kar. Akman jî îdia kir ku keça wî bi serkeftina xwe qezenc kiriye û eleqeya wî pêve nîne.    Akman ê AKP’yî vê carê jî keça xwe Fulya Akman li Şaredariya Artemêtê bicih kir. Keçek din a Akman, Banû Akman jî li Miduriyeta Giştî ya VASKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dest bi kar kir.    BÛ ROJEVA MECLÎSA ŞAREDARIYÊ    Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî roja înê di civîna Meclîsê de bi pêşniyaznameyek mijarê anîn rojevê. Lê Salîh Akman ê AKP’yî ji HDP’iyan re got “Ev yek we eleqedar nake.” Li ser vê gotinê gengeşe derket û Akman îdia kir ku keçên wî bi mafê xwe yê bi ser ketine dest bi kar kirine û pêşniyaznmeyê nexist rojevê.