Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin 2020-10-12 14:38:14 RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel di danişîna hevpîşeyên xwe de axivî û got: “Gotina êdî em bêjin nîne. Li vê dadgehê parastin tê darizandin. Em ber bi pêvajoyek gelek xerab ve diçin.”    Li Rihayê 5 jê parêzer bi giştî 14 kes bi hêceta ku “di navbera koordinasyona hundir û derve ya Girtîgeh û Komîteya Zîndanê ya PKK/KCK’ê têkilî danîne” doz li wan hatiye vekirin û bi îdiaya “Endamên rêxistinê ne” û “Propganda rêxistinê kirine” tên darziandin. Danişîna ewil a dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Di dosyeyê de nivîskar Halîl Çay tenê girtî tê darizandin. 13 kesên din ne girtî tên darizandin.    Gelek parêzer û Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel danişînê şopandin.     NAMEYA JI KEÇA XWE RE ŞANDIYE BÛYE SÛC    Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir û nivîskar Halîl Çay parastina xwe kir û got nameya wî ji keça xwe ya girtî re şandiye wek sûc hatiye dîtin û sûcên li ser xwe red kir û xwest were berdan û beraetkirin.    Parêzerê Çay, Mîkaîl Yavûz got divê temenê miwekîlê wî li ber çavan were girtin û were berdan.    ‘DOZNAME HIQÛQÎ NÎNE’    Parêzer Hidayet Enmek ê di çarçoveya dosyeyê de tê darizandin jî axivî û diyar kir ku wî di çarçoveya xebatên parêzertiyê de hevdîtina bi miwekîlên xwe re kiriye û got: “Tu bingeha hiqûqî ya doznameyê nîne. Ez sûcên li ser xwe jî red dikim.”    ‘PARASTIN TÊ ASTENGIRIN’    Pişt re Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel di danişînê de axivî û got: ““Gotina êdî em bêjin nîne. Li vê dadgehê parastin tê darizandin. Em ber bi pêvajoyek gelek xerab ve diçin.”    Parêzerên din jî xwestin miwekîlên wan werin beraetkirin.    Piştî navberek kin şandeya dadgehê biryara berdana nivîskar Halîl Çay dan û danişînek din t aloqî 15’ê çileya 2021’an.