Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin 2020-10-12 14:53:23 ÎZMÎR – Parlamenterê HDP’ê Omer Gergerlîoglû, aşkera kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Menenê girtiyek bi vîrûsa koronayê ketiye.   Parlamenterê HDP’ê û Endamê Komîsyona Lêkolînên Mafê Mirovan a Meclisê Omer Gergerlîoglû, aşkera kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Menenê girtiyek bi vîrûsa koronayê ketiye. Gergerlîoglû, destnîşan kir ku duh 6 girtiyan ji ber vîrûsa koronayê rakirine nexweşxaneyê û nameya malbata girtiyekî ku testa wî pozîtîf derketiye parve kir.    PEYAMA MALBATÊ   Di peyama malbatê wiha ye: “Mamosteyê min hevjînê min li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê ye. Testa wî pozîtîf derketiye. Hevdîtinê girtî qedexe kirine. Min îro hîn kir ku hevdîtina bi telefonê jî qedexe kirine. Dikarin bergiriyan bigirin û hevdîtinan pêk bînin lê nakin. Wê çawa be? Agahî negirtine ji hezkiriyên xwe qet nexweş e. Dengê wî bibihîzim ez ê rehet bibim. Qenebe bila mafê me yê telefonê ji me negirin.”    RAYEDAR DITIRSIN KU AGAHÎ BIDIN   Gergerlîoglû, destnîşan kir ku gelek girtî di heman rewşê de hene û got ku rayedarên girtîgehê ku xwestiye xwe bigihîne wan ditirsin ku agahî bidin. Gergerlîoglû, bang li rayedar û Wezareta Edaletê kir ku zelal tevbigerin.   LI NAZILIYÊ 6 PERSONEL TESTÊN WAN POZÎTÎF DERKETINE   Li aliyê din hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa E ya Naziliyê testên 6 personelên girtîgehê pozîtîf derketiye.