TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin 2020-10-12 15:06:44   ENQERE – Desteya Yekîtiya Bijîşkên Tirk a Şopandina Kovîd-19 bi rêya onlîneyê têkildarî pêvajoya pandemiyê civîna çapemeniyê birêve bir.    Desteya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) a Şopandina Kovîd-19 têkildarî pêvajoya pandemiyê ya li Tirkiyê di meha 7’emîn de ye bi rêya online civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr, endamê Desteya Konseya Navenda TTB’ê  Îbrahîm Akkûrt û endamên Şopandina Kovîd-19 Kayihan, Pala, Ozlem Kurt Azap û Osman Elbek beşdarî civînê bûn.    Seroka TTB’ê Şebnem Korûr diyar kir ku tundî û kujeriy koronayê li seranserî cîhanê didome û ew spasiyê xwe ji kedkarên tenduristiyê yên li dijî koronayê têdikoşin re dikin.    DANE HEV NAGIRIN    Endamê Konseya TTB’ê Îbrahîm Akkûrt li ser daneyên fermî yên tên parvekirin axivî û got hejmara tabloya rojane tên dayîn baş werin hesabkirin û got daneyên tên parvekirin û daneyên ew ji qadê berhev dikin hev nagirin. Akkûrt got agahiyên tabloya rojane tê parvekirin lazime serwext were parvekirin.    Beşdarên din jî li ser dane û tevdîrên ji bo koronayê axivîn û bal kişandin ser derziya li dijî koronayê û gotin heta nih derzî nehatine dîtin û heke were dîtin jî wê bikaranîna wê zehmet be.    Di dawiyê de Şebnem Korûr darbarê pirsgirêkên diqewimin de pêşnaziyan rêz kir.