Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin 2020-10-12 15:08:23   MANÎSA – Karkerên medenê ku dixwestin ji bo mafên xwe bimeşin Enqereyê, ji aliyê polis û leşkeran ve hatinastengkirin.    Karkerên medenê yên Ûyar û Ermenekê, ji bo mafên xwe yên ku 8 salên nagirin, xwestin ber bi Enqereyê ve bimeşin. Beriya meşê karker li Soma û Ermenekê hatin gel hev. Pêşiya karkeran ji aliyê leşker û polisan ve hat girtin û destûr nehat dayîn ku bimeşin. Sekna karkeran didome.    Hat hînbûn ku Walitiyê Manîsayê ji karkeran ku li hev kom bûne re ev tişt gotiye: “Em daxwazên we bi karsazan re nîqaş dikin. Navber bidin meşa xwe, dem bidin me.” Heyeteke ji Sendîkaya Karkerên Serbixwe yên Medenê û parlamentere CHP’ê yê Manîsayê Ahmet Vehbî, derbarê mijarê de bi qaymeqam re hevdîtin dikin.