HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn 2020-10-12 15:16:34   MÊRDÎN - HDP’ê, malbatên 12 kesên di êrîşên par ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin de, li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da bûn, ziyaret kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, malbatên 12 kesên sivîlên di êrîş û operasyona par ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin de, li navçeya Nisêbînê ya ser sînor di teqînê de jiyana xwe ji dest da bûn ziyaret kirin. Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût ên qeyûm tayînî cihê wan hat kirin û Hevberdevka Partiyê Ebrû Gunay beşdarî serdana malbatan bûn.    Malbatan bi wêneyên xizmên xwe yên di teqînê de winda kirin, HDP’î pêşwazî kirin. Di serdanê de, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn dua hatin xwendin. Gunay, di serdanê de axivî û ji bo polîtîkayên şer banga aştiyê kir û got, ewê her daîm aştiyê biparêzin.    Malbatên xizmên xwe winda kirin jî, xestin ku êrîş bi dawî bibin û diyar kirin ku kesên jiyana xwe ji dest dan, qasidê aştiyê bûn.