Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût 2020-10-12 16:03:45 MÊRSÎN – Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû di serdanê de axivî û got: “Dixwazim me bi êşkenceyê bi edeb bikin. Lê em ê bîat nekin.”      Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest da. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî di nav de şande serdana sersaxiyê ya li Mêrsînê ji bo Tûrgût hatiye danîn kir. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî di nava şandeyê de cih girtin.    REWŞA OSMAN ŞÎBAN    Şande ewilî çû serdana Osman Şîban ku ew jî li gel Tûrgût ji helîkopterê hatibû avêtin û têkildarî rewşa Şîban de agahî girtin. Şîban li mala xwe ya li Mêrsînê tê dermankirin û hêj hişê wî ne li serê wî ye.    ‘DIXWAZIN ME BI ÊŞKENCEYÊ BI EDEB BIKIN’    Şande pişt re derbasî sersaxiya Tûrgût a li Taxa Halê ya li navçeya Akdenîzê bû. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû di şînê de axivî û got tiştên îro diqewimin bûyerên salên 90’î tîne bîra wan. Ûgûrlû destnîşan kir ku avêtina her du welatiyan a ji helîkopterê “hovîtî û êşkence ye” û got: “Ev li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe sûcê mirovahiyê ye. Divê em mil bidin milê hev û li dijî van hovîtiyan derkevin. Êşkenceya li Servet Tûrgût û Osman Şîban hatiye kirin di heman demê de em êşkenceyek li ser xwe dibînin. Dixwazim me bi êşkenceyê bi edeb bikin. Lê em ê bîat nekin.”