Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû 2020-10-13 09:11:34 QERS - Dema polîsan avêtibû ser mala Endamê Meclîsa Şaredariya Dîgorê Hamît Taşdelen, keça wî ya astengdar a 10 salî tirsiyabû û lal bûbû. Keça Taşdelen niha hêdî hêdî dest bi xeberdanê kiriye. Dayika wê anî ziman ku hîn jî her cara ku deriyê wan lê dikeve keça wê ditirse û xwest hevjînê wê yê nexweş bê berdan.  Di operasyona li Qersê de ku di 1'ê Cotmehê de hatibû kirin, Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP'î û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 16 jê hatibûn girtin. Yek ji van kesan jî Endamê Meclîsa Şaredariya Dîgorê Hamît Taşdelen bû. Gava polîs davêjin ser mala Taşdelen keça wî Şîlan Taşdelen a 10 salî ku astengdar e ditirse û ji ber vê heta lal dibe.    Dayik Gulşen Taşdelen, anî ziman ku polîsan saet di 4'ê sibehê de avêtiye ser mala wan û heya çûne derî vebiki polîsan derî şikandiye. Taşdelen got: "Mal serobino kirin. Jixwe hevjînê min Hamît Taşdelen ji qelbê xwe nerihet e. Hevjînê min serdevkî dirêj kirin û ew binçav kirin. Keça min a biçûk a astengdar di dema avêti ser malê de pir tirsiya û ji tirsa zimanê wê hew geriya."    TIM PIRSA BAVÊ XWE DIKE    Taşdelen, anî ziman ku keça wê niha hêdî hêdî dest bi axaftinê kiriye û got, tim pirsa bavê xwe dike. Taşdelen, diyar kir ku her cara ku deriyê wan lê dikeve keça wê ditirse û got: "Gava polîsan avêt ser malê, li hemû odeyan geriyan. Lihêfên keçên min jî rakirin. Min ji wan xwest bila hinekî hurtmeta wan ji mehremiyeta mirovan hebe. Gava keça min dît bavê wê li erdê dirêj kiriye pir tirsiya. Hîn jî ditirse. Her şev pirsa bavê xwe dike. Xew bi çava nakeve. Her cara ku derî lê dikeve pir ditirse."    Taşdelen, anî ziman ku piştî hevjînê wê hatiye girtin tevî 4 keçaên xwe maye û got: "Tenê hevjînê min dixebitî. Rabûn wî jî girtin. Îja em ê niha çi bikin, ez jî nizanim."    NEXWEŞ E    Taşdelen, bilêv kir ku hevjînê wê nexweş e û got, gava polîsan hevjînê wê serdevkî dirêj kiriye ji wan re gotine nexweş e lê cardin destên wî ji par re kelemçe kirine.    Taşdelen, diyar kir ku bi qasî parêzer dibêjin di dosyeya hevjînê wê de tu sûcek tuneye û xwest tenduristiya hevjînê wê esas bê girtin û demildest bê berdan.