Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din 2020-10-13 10:24:06 AMED - Seroka Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Arkeolog Nevîn Soyûkaya, anî ziman ku kevirên avahiyên dîrokî yên li 6 taxên Sûrê yên hatin rûxandin nemane û got, niha jî avahiyên tescîlkirî yên li derveyî qadên nedexekirî tên texrîbkirin û kevirên wan tên firotin.    Taxa CevatPpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê ya Sûrê nêzî 5 sal in qedexene. Li gor rapora ku TMMOB'ê amade kiriye, piştî qedexeya hatiye îlankirin nêzî 22 hezar û 323 mirov ji van taxan koç kirine û 334 jê tescîlkirî 3 hezar û 569 avahî jî hatine rûxandin. Rûxandin di bin kontrola Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê de hatibû kirin û Midûriyeta Desteya Parastina Heyînên Çandeyî jî biryar girtibû ku kevirên avahiyên hatine rûxandin li cihê xwe bimînin. Lê belê cardin jî kevirên avahiyan hatin veguhastin. Piştî kevir ji taxên hatin rûxandin hatin kişandin, hêdî hêdî dest bi firotina wan hat kirin. Mirov carinan li kargehekê wekî deqorekê leqayî van keviran tê carinan jî li çav pê dikeve ku di hin avahiyên nû de hatine bikaranîn.   Seroka Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Arkeolog Nevîn Soyûkaya, bibîr xist ku Keleha Amedê û Baxçeyên hewselê di 8'ê Tîrmeha 2015'an de daxilî nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCO'yê bûne û pêkhateyên vê jî sûr, kaleya hundirîn, Pira Dehderî û Geliyê Dîcleyê ye.   RIPÎRAST KIRIN   Soyûkaya, bilêv kir ku piştî ev der daxilî nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê hatine kirin, di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de Serokatiya Daîreya Mîrateyên Çandî ava kirine û got: "2 meh şûnde şer û dorpêç destpêkirin. Hîn jî dorpêç didome. Li 6 taxan, nexasim jî li taxa Fatîhpaşa, Cemal Yilmaz, Savaş, Dabanoglû û Hasirliyê piştî şer dest bi xerakirinê hat kirin. Rûxandineke wisa kirin ku ji binî ve xera kirin. Bermayiyên avahiyan jî nehiştin. Kirin erdeke ripîrast. Wisa hat rûxandin ku wekî ev der ne devereke dîrokî be, ne di herêmeke tampon a mîrateya çandî ya cîhanê be, ne bajarekî bi hezaran salan be û avahiyên tescîlkirî lê tunebin."   Soyûkaya, anî ziman ku piştî pevçûnan xwestine biçin cihên hatine rûxandin û hin tespîtan bikin lê belê daxwazên wan hatine redkirin. Soyûkaya got: "Me daxil nekirin. Ji yekeyên herêmî yên Wezareta Çandê hkomîsyonek hat avakirin. Hin tespît hatin kirin. Lê belê gava wan dest bi tespîtê kir, gelek dever hatibûn rûxandin. Piştî vê wekî Şaredariya Bajarê Mezin û Daîreya Îmarê me jî xebateke cuda kir. Me wêneyên wê yê peykê girtin û nexşeyên wê yên kadastral kirin yek û me tespît kir ku bê kîjan avahiyn dîrokî hatine rûxandin. Me ev tespît kir û me dît ku gelek avahiyên tescîlkirî hatine rûxandin. Di nav evana de ên bîrhatiyî jî hebûn. Di nava avahiyên bîrhatiyî; Mizgefta Fatîhpaşa, Mizgefta Hasirli û Dêra Katolîkê re rê derbas kirine û ligel vê gelek avahiyên sivîl jî rûxandine. Di çarçoveya plana marê ya sala 2012'an de avahiyên ku diviyabûn bên parastin hatibûn tespîtkirin. LÊ ji evana nêzî 50 avahiyên tespîtkirî hatine rûxandin û nêzî sed avahiyên di wesfê nirxên hawirodrî de hatine rûxandin."   ‘TIŞTÊN MAYÎ FIROTIN'   Soyûkaya got: "Wê demê biryareke Desteya Parastinê hebû; 'Divê kevirêna vahiyên tescîlkirî yên hatien rûxandin di nava avahiyê de bimînin.' Biryar hatibû girtin ku di dema restorasyonê de ev kevir bên bikaranîn. Lê gava di Çileya 2020'an de em çûn qadê, me tu tişt nedît. Ji lewra hemû hatibûn avêtin. Ê ev rûxandin hilgirtibû ser xwe Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê bû. Paşê derket holê ku ev kevir di avahiine din de hatine bikaranîn û hatine firotin. Ji be rku saziyan rê li ber vê vekiribû, hin kesan jî xwestiye wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Piştî rûxandinê nayê zanîn malzemeyên berê hemû avêtien kû derê û dane kê. Car carinan em ji çapemeniyê pê dihesin ku ev kevir tên firotin û li Sûrê avahîne din têna vakirin. Ev her du jî sedemên hev û encamên hev in."   ‘AVAHIYÊN DIN JÎ TÊN TEXRÎBKIRIN'   Soyûkaya, anî ziman ku piştî rûxandinê kevirên avahiyên dîrokî û tescîlkirî hatine kişandin û niha ji wan keviran tiştek jî nemaye û got: "Lê belê niha li nava Sûrê li taxine din jî avahiyên tescîlkirî tên texrîbkirin û kevirên wan tên firotin. Di sala 2019'an de hatibû tespîtkirin ku Dêra Sûrp Sarkîsê pir hilweşiyaye û piştî rûxiya, derket holê ku kevirên wê hatine firotin. Her cara em diçin dêrê em dibîni ku hinekî din jî rûxiyaye û kevirên wê hatine derxistin. Bi tu awayî nayê parastin. Gelek avahiyên tescîlkirî di vê rewşê de ne. Avahiyên mîmarî yên sivîl jî bi vî awayî ne. Gava em li evana mêze dikin em dibînin ku bi awayekî giştî nayên parastin."   MA / Fethî Balaman