Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir 2020-10-13 10:54:12 QERS – Qeyûmê tayînî Şaredariya Qersê hat kirin, têkiliya xwe ya bi kooperatîfa di banê Şîrketa Beltaşê ya ku şaredarî hevparê wê ye û bi marqeya “Karsbel” berhemên bajar difirot re birî.    Şaredariya Qersê di Hilbijartina 31’ê Adarê ya Herêmî de ji destê MHP’ê derket û ket destê HDP’ê. Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca, şaredariyê bi 400 milyon deyn dewrê xwe kirin. Bîlgen û Alaca, bi armanca avakirina şaredariyeke civakî projeya Navenda Şêwirmendiya Civakî û Firoşgeha Piştevaniya Civakî kirin meriyetê. Yek ji xebateke Bîlgen û Alaca piştgirî dane jî Kooperatîfa Xebatkarên Şaredariya Qersê bû.    Ev kooperatif berhemên ku li Qersê dihatin hilberandin li tevahiya welat belav dikir. Kooperatîfê, berhemên ku li bajar hilberand, di bin banê şîrketa Beltaşê ya Şaredarya Qersê hevparê wê ye bi marqeya “KarSbel” li Stenbol, Enqere û Îzmîrê firot.    PEYMANÊ FESH KIR    Waliyê Qersê Turker Oksuz ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin, peymana şaredariyê ya bi Kooperatîfa Xebatkarên Şaredariya Qersê re betal kir. Bi vê biryarê re malpera şaredariyê jî di bin navê “rojanekirinê” de ji xwe gihandinê re hat girtin.