Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin! 2020-10-13 11:27:10   ENQERE – Heqê 3 parêzerên ku ji bo lêpirsîn û şopandina derbarê sûcên ku hêzên ewlehiyê yên di “têkoşîna bi terorê re” de cih digirin bikin de wê ji hêla wezaretan ve bê dayîn.    Di Rojnameya Fermî de têkildarî lêpirsîn û şopandinên derbarê sûcên ku hêzên ewlehiyê yên di “têkoşîna bi terorê re” de cih digirin de bikin rêziknameyek hat weşandin. Li gorî vê rêzêknameyê dê ji bo hêzên ewlehiyê yên sûc kirine piştgiriya parêzeran bê kirin.    Heqê 3 parêzerên ku ji ber sûcê kirine hêzên ewlehiyê biparêzin ji aliyê wezaretan ve bê dayîn. Hêzên ewlehiyê yên ji ber sûcên ku kirine ji peywirê hatine dûrxistin jî dê ji vî mafî sûd werbigirin.