Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da 2020-10-13 13:44:29   ENQERE – Konseya Navendî ya TTB’ê, ragihand ku Serokê Odeya Bijîjkan a Aydinê Dr. Esat Ulku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.    Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), ragihand ku Serokê Odeya Bijîjkan a Aydinê Dr. Esat Ulku ji ber vîrûsa koronayê, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest daye. Derbarê mirina Ulku de Seroka Konseya  Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku Ulku ne tenê bijîjk di heman demê de wênesazekî xelatgirtî bûye.