ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-14 09:00:46 *  Hiqûqzan Mahmût Şakar, diyar kir ku li dijî Modernîteya Kapîtalîst ku Rojhilata Navîn veguherandiya gola xwînê alternatîfa tekane Modernîteya Demokratîk ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nûnertiya wê dike ye û got: “Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk di sedsala 21’emîn de nûnertiya tevgera şoreşger dike. Mînaka vê yekê ya herî şênber jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”  * Rêveberê PADÊ Hisên Hecî, anî ziman ku wê peymana Iraq û Herêma Kurdistanê ya der barê Şengalê de qebûl nekin û got: "Heya daxwazên me û vîna me neyê naskirin kes nikare bi mre rûnê. Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin."    * Nûnera KCDP'ê Nûrşen Înal, anî ziman ku ji ber der barê mirina jinan a gumanbar de lêpirsînên çalak nayên kirin di demên dawî de hejmara jinên bi vî rengî dimirin zêde dibe û dewleta ku divê kuştinan zelal bike radibe ser wan digire.    * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, da zanîn ku di dema şewbê de ne Wezareta Dadê ne jî îdareyên girtîgehan bi hesan nêzî girtiyan nebûne û gelek girtî ji ber kêmbûna paqijî, hijyenî û nebûna xizmeta tenduristiyê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû hatine hiştin.    * Li navçeya Basayê şêniyên derdorê ji şikeftên ji demên berê mane sûd werdigirin û penir û mastên ku di mehên biharê de çêdikin, ji bo ku ji germê mihafize bikin, di şikeftan de radigirin. Niştecihên navçeyê gotin qatixên ku di şikeftan de hiltînin bi temtir in.    *  Karkerên ku Ûyar Madencîlîkê tazmînata wan nedaye wan û ji kar hatine derxistin, ji bo mafê xwe xwestibûn ber bi Enqereyê ve bimeşin lê belê polîs û cendirmeyan rêya wan birîbû. Karkeran got: "Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin."    * Di 5'ê cotmehê de hin penaber ji Hesekê dabûn rê da biçin Qoserê. Lê belê cendirmeyan ji van penaberan berê 4 heban dabû nav devera bimayin û her çar penaber jiyana xwe ji dest dabûn. Lê ji ber ku malbatên her 4 penaberan li wî aliyê sînor in, nikarin cenazeyên xizmên xwe wergirin.    * Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, der barê pêvajoya girtinê û tayinkirina qeyûm de got: "Bêguman operasyona li dijî me hat kirin, tenê armancek wê tuneye, gelek armancên wê hene. Mirov dikare wê di çarçoveya lêgerînên ji bo çareseriyê yên li Sûriyeyê, tiştên muhtemel ku piştî hilbijartina DYA'yê biqewimin û tengijîna polîtîkaya navxweyî de li ser bisekine."    * Rojnamevan Kadrî Bagdû yê li Edeneyê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû qetilkirin dê li ser gora xwe were bibîranîn. Şaxa ÎHD'a Edeneyê jî wê li Parka Heykellî daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30-16.00)   * Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş dê li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)