Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin 2020-10-14 09:15:12 MÊRDÎN – Di 5'ê Cotmehê de hin penaber ji Hesekê dabûn rê da biçin Qoserê. Lê belê cendirmeyan ji van penaberan berê 4 heban dabû nav devera bimayin û her çar penaber jiyana xwe ji dest dabûn. Lê ji ber ku malbatên her 4 penaberan li wî aliyê sînor in, nikarin cenazeyên xizmên xwe wergirin.    Di 5'ê Cotmehê de hin penaber ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn rê da biçin navçeya Qoser a Mêrdînê. Lê belê cendirmeyan ew zevt kiribûn û berê 4 heban jê dabû nav erdê bimayin û her çar penaber jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê her çar penaberan li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ye. Hat hînbûn ku cenazeyê her çaran jî perçe bûne. Lê belê ji ber ku malbatên penaberan li wî aliyê sînor in, nikarin cenazeyên xizmên xwe wergirin. Hat hînbûn ku malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin pêwendî bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re danîne.    Ji ber helwesta Tirkiyeyê ya ji bo rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi salan e cenazeyên penaberên ku li herêmê jiyana xwe ji dest didin li "Goritana Bêkesan" tên veşartin. Li gor vê jî heger malbat heya 20'ê Cotmehê cenazeyê xwe negirin wê cenazeyê wan li "Goristana Bêkesan" a li Qoserê bên veşartin.    BÛYER   Di 5'ê Cotmehê de gava 10 penaberên ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin navçeya Qoser a Mêrdînê, cendirme çav bi wan dikevin. Li gor tê gotin; cendirme ji evana 6'an jê digirin, yek jê sînnor derbas dike û her 3'yên din jî li devere bitêl a sînor dimînin. Cendirme lembeya destan didin destê penaberekî û jê dixwazin li her sê penaberên din bigere û bi darê zorê berê wî didin devera bimayin. Gava cendirme berî wî didin devera bimayin çekê li derdora nogê wî diteqînin da bimeşe. Ji ber vê penaber jî bi çaplîka diçe devera bimayin. Gava cendirme çekê diteqînin her sê penaberên din direvin û pêl mayinan dikin. Di teqînê de 4 penaber jiyana xwe ji dest didin.    MA / Ahmet Kanbal