Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê 2020-10-14 11:52:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ku ji nûner û rêveberên Meclîsa Xweser a Şengalê, giregir, serokeşîr û rûspiyên Şengalê pêk tê ji bo hin hevdîtinan bike çû Bexdayê.   Piştî Peymana Şengalê ku di 9’ê cotmehê de di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de hat îmzekirin, ji Şengalê heyeteke ku nûner û rêveberên Meclîsa Xweser a Şengalê, giregir, serokeşîr û rûspiyên Şengalê pêk tê ji bo hin hevdîtinan bike çû Bexdayê.    Heyeta îro gihiştî Bexdayê, tê payîn ku bi rayedarên Iraqê re hevdîtinan pêk bîne. Heta niha derbarê naveroka hevdîtinên de agahiyên berfireh nehatine parvekirin.