20 roj in 8 cenazeyan li morgê radiwestînin 2020-10-14 12:49:20   ŞIRNEX – 8 cenazeyên ku 20 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ne, li gel dayîna mînakên DNA’yê kî radestî malbatên wan nayên kirin.    Li Şirnexê, cenazeyên 8 HPG’iyan ku di pevçûnên li çiyayên Gebar û Cûdî de jiyana xwe ji dest dane, 20 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin û radestî malbatên wan nayên kirin. Cenazeyan bi hinceta ku encamên testên DAN’yê wan aşkera nebûne nadin malbatan.    Ji bo girtina mînakên DNA’yê destpêkê li emniyetê gotinên malbata tê girtin. Heta niha ji malbata Şîlan Polat ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye 2 caran gotin girtine. Daxwaza malbatê ya dîtina cenaze jî bi gotinê tê redkirin: “Hûn cenaze teşhis bikin jî em ê nedin we.”   Sekna malbatan a girtina cezaneyên xwe didome.