Şertê ‘girtîgeha malê’ ya hevşaredar Dîken rabû 2020-10-14 12:51:59   AMED – Şertê ‘girtîgeha malê’ yê derbarê Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, hat rakirin.    Danişîna destpêkê ya doza Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ku di 13’ê mijdara 2019’an de qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, li 9’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dîken ku berdayî tê darizandin û parêzerên xwe tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de Dîken parastina xwe kir û destnîşan kir ku tevlîbûna wê ya xebatên partiya wê ne sûc in û bi vîna xwe tevlî xebatan bûye û wiha got: “Pirtûkên ku li mala min hatine desteserkirin jî pirtûkên hevjînê min ê nivîskar in. Daxwaz dikin ku şertê ‘girtîgeha malê’ yê li ser min bê rakirin. “   Dozger, daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin û şertê ‘girtîgeha malê’yê li ser Dîken bê berdewamkirin. Piştre parêzerên Dîken jî parastina wê kirin û daxwaza rakirina şertê ‘girtîgeha malê’ yê li ser Dîken kirin.    Heyeta Dadgehê, piştî parastina parêzeran biryar da ku şertê ‘girtîgeha malê’ yê li ser Dîken bê rakirin û qedexeya derketina derveyî welat a li serê jî bê berdewamkirin. Heyeta dadgehê her wiha biryar da ku hevjînê Dîken Şeyhmûs Dîken weke şahid bê guhdarkirin bê guhdarkirin û danişînê taloqî 2’ê kanûnê kir.