Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin 2020-10-14 12:58:22   STENBOL – Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin û 5 kesan binçav kirin.    Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê ya li Okmeydaniyê ku Grûp Yorûm xebatên xwe lê didomînin de girtin. Polisan di serdegirtinê de Sûltan Gokçek, Bergun Varan, Betul Varan, Eren Erdem û Bariş Gurses binçav kirin. Sedema serdegirtinê nehat hînkirin.    Di heman saetê de polisan bi ser Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYAD) a li taxa Nûrtepe ya navçeya Kagıthaneyê de jî girtin. Nehat hînbûn ku polisan li vir kesî binçav kiriye ya na.