Şandeya HDP’ê li cihên şewatê lêkolînan kir 2020-10-14 13:42:45   HATAY – Şandeya HDP’ê li Hatayê çû qada daristana şewitiye û lêkolînan pêk anî. Şandeyê diyar kir ku bi şewata daristanan dixwazin qadên rantê vebikin.    Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê çû herêma şewata li qada daristanê ya li navçeya Belen a Hatayê di 9’ê cotmehê derketibû û piştî du rojan hatibû vemirandinê û lêkolînan li vir pêk anî. Cîgirê Hevserokên HDP’ê Nacî Sonmez ê ji Ekolojiyê Berpirsiyar, Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatimogûllari, Ridvan Tûran û Mahmût Togrûl û rêveberên HDP’ê li qada şewatê geriyan û bi welatiyên ziyana wan bûye re hevdîtin kirin.    Piştî lêkolînan Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez daxuyanî da û diyar kir ku şewitandina daristanê ne şewatek ji rêzê ye û got: “Îqtîdar dixwaze rê ji şirketên madenê re veke. Dixwazin bi şewatan qadên nû ji rantê re vekin. Lazim e daristan werin parastin. Yên ku daristanan naparêz in û dixwazin qadan ji rantê re vekin berpirsiyarên şewatan in.”    Şande pişt re xwest biçe serdana kana kromê lê ji ber dorpêça cendirmeyan nikaribûn lêkolînê bikin.