Rojda Bariş a endama Komeleya Rosayê hat berdan 2020-10-14 15:05:35   AMED – Endama Komeleya Rosa ya Jinan Rojda Bariş ji girtîgehê hat tehliyekirin.    Endama Komeleya Rosa ya Jinan Rojda Bariş li Amedê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Bariş bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn hat lidarxistin. Bariş bi rêya dîmen û deng beşdarî danişînê bû û parêzerên wê amade bûn. Piştî parastinan dadgehê biryara tehliyeya Bariş da.