Konseya Ewropayê: Girtina nûçegihanên MA’yê tehdîda di asta yekemîn de ye 2020-10-14 15:43:58 ENQERE - Platforma Parastin û Ewlehiya Rojnamevanan a girêdayî Konseya Ewropayê derbarê girtina nûçegihanên me jî di nav de ya 4 rojnamevanan wek “tehdîda pileya yekemîn” de nirxand û çavkaniya tehdîdê jî “dewletê” nîşan da.  Platforma Parastin û Ewlehiya Rojnamevanan a girêdayî Konseya Ewropa têkildarî girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) daxuyaniyek nivîskî belav kir.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 5’ê cotmeha 2020’an de li bajarê Wanê polîsan bi ser Ofîsa MA’yê ya Wanê de girtiye û 4 rojnamevan di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên serê sibê zû de nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatine binçavkirin. Di serdegirtina malan de û buroya MA’yê de polîsan dest daniye ser alavên teknîkî yên rojnamevanan. Tê gotin ku rojnamevan derbarê çêkirina nûçeyên her du welatiyên ji helîkopterê hatine avêtinê ye.”    CEMÎL ÛGÛR BI HEFTEYAN GEŞEDAN ŞOPANDIYE   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku nûçegihanê me Cemîl Ûgûr bi hefteyan têkildarî bûyerê geşedan şopandiye û wiha hat gotin: “Bi belge û raporên tibî derxist holê ku welatiyên sivîl ji helîkopterê hatine avêtin û di encama vê yekê de welatiyek jiyana xwe ji dest daye. Parêzerên malbatên mexdûr ji bo lêpirsîn were destpêkirin gilî kirine. Walîtiya Wanê di 1’ê cotmehê de ragihand ku lêpirsîn daye destpêkirin. Serdozgeriya Komarê di 1’ê cotmehê de ragihand ku weşana derbarê bûyerê de hatiye qedexekirin. Cemîl Ûgûr ji 16’ê îlonê şûn ve angaşta avêtina welatiyan a ji helîkopterê bi rapora îmzekirî ya nexweşxaneyê piştrast kiribû û bi rêya Ajansa Mezopotamyayê hatibû weşandin.”   CEMÎL ÛGÛR RASTIYÊ RAGIHAND    Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Cemîl Ûgûr bi belgeyan ragihand ku avêtina welatiyan a ji helîkopterê ne angaşt e, rastî ye. Li gorî MA’yê di 7’ê cotmehê de dema binçavkirina rojnamevanan 4 hat dirêjkirin. Di 9’ê cotmehê de dadgehê bi sûcdariya ‘endamên rêxistinê ne’ her çar rojnamevanan da girtinê.”    TEHDÎDA ASTA YEKEMÎN    Di daxuyaniya bi navê azadiya çapemeniyê ya li ser malpera web a Konseya Ewropayê de hatiye weşandin, dewletê hêj derbarê mijarê de bersiv nedaye. Di daxuyaniyê de çavkaniya tehdîdê wek “dewletê” hat nîşandan û pileya ethdîdê jî wek “asta yekemîn” hat dîtin.    Di dawiya daxuyaniyê de lînka nûçeya rapora nexweşxaneyê ya MA’yê hat dayîn.