Adnan Bîlen: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêz in 2020-10-14 16:23:52   WAN – Nûçegihanê MA’yê Adnan Bîlen yê bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî got: “Em ê nehêlin ku rûmeta rojnamevaniyê bikeve bin pêyan û em ê rûmetê li ser pêya bigirin.”    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen ê bi hêceta nûçeyên derbarê avêtina welatiyên ji helîkoperê çêkiribû, bi îdiaya “li dijî dewletê bûyerên civakî kirine nûçe” hatibû girtin. Bîlen ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî û bi rêya parêzerê xwe peyam şand.    ‘EM Ê RÛMETA ROJNAMEVANIYÊ BIPARÊZ IN’    Bîlen destnîşan kir ku ew û hevalên xwe Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala dij hiqûqî hatine binçavkirin û girtin û wiha got: “Ez spasiya her kesê destekê daye me dikim. Di qawîşa girtîgehê de di parçeyek biçûk ê rojnameyê de piştî 20 salan ez bi biryara dadgehê dibînim ku ez ne rojnamevan im. Ez nizanim em bi vê bikenin an jî xemgîn bibin. Ez piştî 20 salên xwe yên pîşeya rojnamevaniyê hîn dibim ku ne rojnamevan im. Piştî 20 salan danîna biryarek wiha min pirr bi lez dît. Meriv bi karta ku îqtîdar, dozger û dadger bide nabe rojnamevan. Rojnamevaniya tu rojnamevenek ne ji aliyê îqtîdarê ve tê diyarkirin. Em ê nehêlin ku rûmeta rojnamevaniya li erdan tê kaşkirin, îlegalîzekirin, bikeve bin pêyan û em ê rûmeta rojnamevaniyê li ser pêya bigirin.”