Dayikên aştiyê piştî 9 rojan derxistin edliyeyê 2020-10-14 16:25:45   RIHA – Dayikên aştiyê ku li Rihayê hatibûn binçavkirin, piştî 9 rojan derxistin edliyeyê.   Li Rihayê, di 6’ê cotmehê de polisan bi ser malan de girtibû 4 jê dayikên aştiyê bi giştî 11 kesan binçav kiribûn. Piştî kirariyên wan ên li emniyetê bi dawîbûn polisan her yazdeh kesan jî anîn Edliyeya Rihayê. Di lêpirsîna emniyetê de axaftinên telefonan, şînên ku çûnê, serdanên malbatan, qeydên fizîkî û teknîkê ji binçavkiriyan hat pirsîn. Dema anîna edliyeyê her yazdeh kes jî ji aliyê welatî û malbatên xwe ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    Navê kesên anîn edliyeyê wiha ne: Dayikên aştiyê Hadle Ogûr (49), Fatma Akbaş (56), Adalet Çay (60) û Meyaser Kokmaz (49), Endamê Meclisa Şaredariya Pirsûsê yê HDP’î Îsmaîl Kaplan û Cebraîl Ogûr, Denîz Agaçgoz, Celal Altûn, Kader Delîkan, Aynûr Delîkan û Mehmet Tekîn.    Li aliyê din hat hînbûn ku Omer Bozdal ku di 8’ê cotmehê de hatibû binçavkirin jî duh gotina wî hatiye girtin û piştre hatiye berdan.