Extiyar û astengdar jî di nav de gelek kes li Colemêrgê binçav kirin 2020-10-14 22:38:22   COLEMÊRG - Li navenda Colemêrg û gundên wê 22 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di nav kesên hatine binçavkirin de kesên extiyar û astengdar jî hene.    Li navenda Colemêrgê û gundê Cevîzlî yê navçeya Çelê îro danê sibehê polîs û eskeran avêtin ser gelek malan. Di avêtina ser malan de 3 welatiyêna stengdar Dervîş Aydogdû, Nîmet Onal û Suleyman Erol jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin.    Hat hînbûn ku li navenda Colemêrgê 9 kes hatine binçavkirin.    Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin piranî jê extiyar û nexweş in û xizmên kesên ku hatine binçavkirin çûne Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê lê belê emniyetê der barê xizmên wan de tu tişt negotiye.    Hat gotin ku dibe ku ev hejmar zêdetir jî bibe û ji ber ku li gundan şebeke baş nakişîne navê kesên hatine binçavkirin nehat hînbûn.    Navê hin kesên hatne binçavkirin ev in: "Dervîş Aydogdû, Nîmet Onal, Suleyman Erol, Nîhat Karataş, Vahît Akin, Cûma Donmez û Rehmî Ozdemîr."