ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-15 09:00:11 * Stenboliyan bal kişand ser zemên tên kirin û fatûreyên ji ber zeman zêde bûne û gotin, ji zexîre heya tenduristiyê, ji perwerdehiyê heya hêwirandinê ji her tiştî kêm kirine lê cardin jî nikarin debara xwe bikin.  * Li Wanê ji Mijdara 2016'an heya niha lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Parêzer Mahmût Kaçan têkildarî biryara qedexeyê got: "Der barê Wanê de biryar ji jor de tên girtin. Ev biryar ne biryarên ku di înîsyatîfa walî de bin e."    * Parlementerê HDP'ê Abdûllah Koç, ji bo 26 fezlekeyên nû yên der barê parlementerên HDP'ê de hatine amadekirin de, anî ziman ku xebatên siyasî, bi gel re parvekirina bernameya partiyê û rexnekirin sûc hatine hesibandin.    * Îqtîdar dibêje hilbijartina pêşwext ne di rojeva wan de ye. Lê belê partiyên siyasî diyar kirin ku divê hilbijartina pêşwext çêbibe û gotin, îqtidar êdî nikare welêt bi rêve bibe.    * Karkerên Soda Sanayiyê ku destûra bêheq bi zorê li wan hatiye ferzkirin û mafê wan ê grevê hatiye taloqkirin gotin: "Biryara taloqkirina grevê, êdî bûye polîtîkayeke asasyî ya hikûmetê."    * Di çalakiya xeleka mirovan de ya ji bo Avzêmên Mûnzûrê, der barê 81 kesî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hevşaredarê Akpazarê Orhan Çelebî ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Dewlet, li kesên xwezayê diparêzin an cezayê pereyî dibire an jî wan digire û dixwaze bitepisîne."    * Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bi minasebeta 8'emîn salvegera damezirandina HDP'ê bal kişand ser xebat û armanca têkoşîna HDP'ê û wiha got: "Têkoşîna me ya ji bo aştî, azadî, edalet û avakirina welatekî ku her kes bi hevre bijî dê bidome.    * Hevserokê Şaxa TÛHAY-DER'ê ya Wanê Kûdret Temel ji bo çalakiya greva birçîbûnê ku 32 roj in li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê didome bang kir: "Berî ku ji girtîgehan cenaze derkevin, bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."    * MED-DER’ê ji bo perwerdehiya kurdî qeydên serdema nû da destpêkirin. Mamosteyê MED-DER’ê Murat Bîlgîç ji welatiyan xwest ku qeydên xwe çê bikin û beşdarî dersên wan online bibin.    * Danişîna doza bi îdaya "Yekîtî û tevahiya dewletê û welat xerakirin", "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandakirina rêxistinê" derbarê Hevşaredarê Qersê yê ji wezîfeya xwe hat dûrkirin dê li Edliya Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.30)   * Bi boneya salvegera 8'emîn a damezrandina HDP'ê dê li gelek bajaran çalakî û şahî werin lidarxistin. (10.00 - 16.00)   * Danişîna duyemîn a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Sadik Topaloglû û Sadiye Eser dê li Edliya Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza rojnamevan Sabîha Temîzkan dê li Edliya Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (11.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê rapora binpêkirina mafan a girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn amade kiriye dê li avahiya xwe bi eşkere bike. (12.30)