Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin 2020-10-15 09:11:00 WAN – Li Wanê ji Mijdara 2016'an heya niha lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Parêzer Mahmût Kaçan têkildarî biryara qedexeyê got: "Der barê Wanê de biryar ji jor de tên girtin. Ev biryar ne biryarên ku di înîsyatîfa walî de bin e."  Walîtiya Wanê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, li bajêr 15 rojan carekê qedexeya lidarxistina çalakiyan radigihîne. Qedexeya li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an heya niha didome. Her wiha bi vê qedexeyê re li bajêr binpêkiria mafan zêde bûye. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê di meha Tîrmehê de rapora xwe ya der barê binpêkirinên mafan ên di 6 mehan de qewimşne parve kir. Li gor raporê herî kêm mafê hezar û 170 mirovî hatiye binpêkirin.    ‘BIRYARINE KÊFÎ'    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mûrat Melet, anî ziman ku bi qedexeyê re li bajêr binpêkirinên mafan zêde bûne û her wiha tê xwestin bi qedexeyan ser van binpêkirinên mafan bên girtin. Melet, destnîşan kir ku tu hêleke qanûnî û hiqûqî ya qedexeyan tuneye û ji bo pêkanînên tên kirin jî got, "biryarên kêfî yên walîtiyê" ne.    ‘JIYANEKE BINAXKIRÎ'    Melet, diyar kir ku li bajêr çalakiyan partiya îqtidarê nayên qedexekirin, lê belê çalakiyên partiyên muxalîf jî di nav de hemû çalakî û daxuyaniyên rêxistin civaka sivîl tên astengkirin û qedexekirin. Melet, ji bo vê rewşê got, du standardî ye. Melet, bilêv kir ku 4 sal in hemû daxuyaniyên xwe li avahiya komeleyê didin û got: "Hema bibêje jiyana me ya li vî bajarî, jiyaneke binaxkirî ye. Em bi tu awayî nikarin xebatên xwe ragihînin raya giştî."    ‘JI BER JEOPOLÎTÎKA WANÊ...'    Melet, bilêv kir ku feraseta qedexekr a salên 90'î niha jî didome û got, parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê nikarin bi awayekî azad fikrên xwe bilêv bikin. Melet, anî ziman ku ji ber ku bajêr nêzî Îranê ye û navenda herêmê ye qedexe didomin û got: "Îran û Tirkiye gelek hevdîtinên xwe yên dîplomatîk li vî bajarî dikin. Ji Îranê gelek kes wekî turîst tên bajêr. Her wiha ji ber ku nayê xwestin çalakiyên demokratîk ên li vê derê bandorê li Îranê nekin jî ev qedexe tên domandin. Wan, navend aherêmê ye. Heger li Wanê lêgerîneke ji bo mafan çêbibe wê bandorê li bajarên din ên herêmê jî bike. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin qedexeyan datînin."    Melet, destnîşan kir ku qedexe binpêkirina mafên mirovan e û got, lê belê wê feraseta qedexeker tu carî negihê armanca xwe.   BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊN KIRIN   Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê Parêzer Mahmût Kaçan jî pêvajoya hiqûqî ya di vî warî de nirxandin.    Kaçan, anî ziman ku qedexe ji Mijdara 2016'an heya niha bi awayekî sîstematîk tên kirin û got, zêdetirî 4 sal in mafên sereke yên welatiyan tên astengkirin. Kaçan ku got "der barê Wanê de biryar ji jor tên girtin" û got, sedema vê jî walîtî bi înîsyatîfa xwe nikare biryarên ku mafê qanûnî ji holê rabike bigire.    WALÎ: HIN TIŞTÊN HÛN BI WAN NIZANIN HENE   Kaçan, anî ziman ku anî ziman ku baro hevdîtin bi walî re çêkiriye û got: "Di hevdîtinê de walî ji me re got, 'hin tiştên ku hûn bi wan nizanin hene.' Lê belê gava em li parêziyên ku walîtî der barê dozên betalkirina şandine dinêrin, em dibînin ku bûyerên tu eleqeya wan bi Wanê re tuneye wekî hincet tn nîşandan.    Kaçan, bilêv kir ku wî bi xwe jî bi awayekî şexsî der barê qedexeyan de serlêdan kiriye, lê belê dadgehê cardin bi heman hincetan doza betalkirina qedexeyan red kiriye.    ‘BIRYARÊN DARAZÊ CESARET DIDE WAN'    Kaçan, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya van qedexeyan tuneye û got: "Daraza ku ji bo vê bêhiqûqîtiyê dibîne jî xwe li nedîtinê datîne. Biryarên ku daraz digire jî cesaretê dide îdareyê. Em ê bibînin bê ka dadheha îstinafê dibêje. Lê belê ji ber rewşa heyî pir ne bihêvî me. Mixabin em bi rewşeke wiha re rû bi rû ne."   QEDEXE DIBIN SEDEMA PIRSGIRÊKINE NÛ   Her wiha wanî ji ber van qedexeyan nerazî ne. Esnaf Newroz Aslan a 31 salî jî diyar kir ku qedexeyên tên ragihandin tenê ji bo hin derdorên civakê ne û got: "Ev qedexe bi temamî ji bo gelê kurd û nûnerên wan tên danîn." Aslan, anî ziman ku bi van qedexeyan tê xwestin ku civak bê tepisandin û got, lê belê ji bo her kes bi awayekî azad fikar xwe bibêje rojek berî rojekê divê ev qedexe bên betalkirin.    Nûjîn Yildiz a 20 salî jî anî ziman ku ev qedexe dibin sedem ku mafên jinan jî bên binpêkirin û got, lê belê ji ber qedexeyan nikarin van binpêkirinan ragihînin raya giştî. Yildiz, bilêv kir ku ji ber ku raya giştî bi van binpêkirinan nahese pirsgirêk jî hel nabin û got: "Lewma ev yek dibe sedema zêdebûna pirsgirêkan û sedema pirsgirêkên nû."    Yildiz, diyar kir ku îqtidar ji bo gel deng ji xwe neyne û zirar negihê wê qedexaynd idomîne û got, ji bo gel bê tepisandin û bêdeng bibe qedexeyan didomînin.    MA / Mehmet Şah Orûç