Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32'yan de ye 2020-10-15 09:11:08 WAN - Hevserokê Şaxa TÛHAY-DER'ê ya Wanê Kûdret Temel ji bo çalakiya greva birçîbûnê ku 32 roj in li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê didome bang kir: "Berî ku ji girtîgehan cenaze derkevin, bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."  Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê ji bo pêkanînên Rewşa Awarte bi dawî bibin girtiyan di 14'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32'yan de ye. Hevserokê Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan (TÛHAY-DER) a Wanê Kûdret Temel, anî ziman ku polîtîkayên zext û zoriyên li ser civakê sîrayetî girtîgehan jî kiriye. Temel, bilêv kir ku daxwazên girtiyan daxwazine mafdar û rewa ne û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.   Temel, bibîr xist ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazine qanûnî ne û got, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê Rewşa Awarte hatibû îlankirin, lê belê piştî demekê bi dawî bûbû. Temel, anî ziman ku lê belê li girtîgehê hîn jî Rewşa Awarte didome û got: "Girtiyên siyasî tên îzolekirin. Tecrîda li ser girtiyan, lêgerînên kêfî bi dawî bibin û dema hewadariyê bê zêdekirin. Xwarina kesekî didin 5-6 kesan. Xwarina tê dayîn jî carinan nayê xwarin. Gelek pirsgirêkên bi vî rengî hene. Ji bo ev prisgirêk bên helkirin gelek caran bi rêveberiya girtîgehê re axivîne. Lê belê girtîgehê xwe nebihîstinê daniye."    ‘BERÎ KU CENAZE DERKEVIN...'    Temelî xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: "Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve. Divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin. An jê wê cenaze ji girtîgehan derkevin."    ‘LI BER LAVABOYÊ RADIZÊN'    Her wiha Temel bal kişand ser kapasîteya girtîgehê jî û got: "Qawîş tije ne. Hin girtî li erdê, hin jê jî li ber lavaboyê ardikevin. Êdî cihê wan ê razanê jî tuneye. Pîvana navbera fizîkî li girtîgehê esas nayê girtin. Gava girtî nexweş dikevin jî wan nabin nexweşxaneyê. Piştî parêzer an jî malbat serlêdanê dikin hîn wê çaxê wan dibin revîrê."    MA / Dîndar Karataş