Gefa ‘tu yê serê xwe bitewînî’ li girtî xwarin e 2020-10-15 09:47:01 EDENE – Li Girtîgeha Kurkçulerê ya Tîpa F a Edeneyê gardiyanan li girtî Bekîr Kûdak da û gefa “li hember te dewlet heye, tu zanibî serê xwe bitewînî” lê xwarin e. Têkildarî gefxwarinê gilî hatiye kirin.  Hat zanîn ku li Girtîgeha Kurkçuler a Tîfa F a Edeneyê gardiyanan li girtî Bekîr Kudak dane û gef lê xwarin e. Parezerê Kudak, Ozgur Yakût derbarê gardiyanan de bi sûcdariya “êşkenceyê”, “gefê”, “wezîfeya xwe xerab bikaranîne” û “heqaretê” li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê gilî kir.    MUAMELEYA XERAB JI BINÇAVAN DEST PÊ KIRIYE    Parêzer Ozgur Yakût diyar kir ku miwekîlê wî bi du kesên din re di 27’ê tebaxê de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye girtin û miwekîlê wî di dema binçavkirinê de bi mumaleya xerab û zextên psîkolojîk re rûbirû maye. Yakût da zanîn ku wî bi navbeynkariya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Edeneyê serî li Serdozgeriyê daye û ew di 13’ê cotmehê de çûye girtîgehê û bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk aniye.    ‘ÊŞKENCE LÊ KIRIN E’    Yakût anî ziman ku miwekîlê wî di 21’ê îlonê de li korîdora girtîgehê bi êriş û gefên 5 gardiyanan re rûbirû maye. Yakût destnîşan kir ku miwekîlê wî di 12’ê cotmehê de bi boneya parastina wî were girtin birine odeya bêkamera ya karmendan û ji ber gardiyanên berê lê dane li odeyê bûne gotiye ew bi rehetî nikare parastina xwe bike, li ser vê yekê gardiyanan lê daye û heqaret lê kirine. Yakût diyar kir ku her çiqas miwekîlê wî birine revîrê jî lê rapora lêdanê nedanê û got: “Di demek kin de derbarê wî de gelek lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Serkarmend û gardiyan gefa “Tu yê bibînî. Em ê te di hucreyê de veşêrin. Tu yê êşa neguhdarkirina li me bikişînî. Li hember te dewlet heye, tu yê serê xwe bitewînî” li miwekîlê wî xwarin e. Miwekîlê min tenê di odeya yek kesî de tê ragirtin û ev yek jî êşkence ye. Ez dixwazim berpirsiyarê vê êşkenceyê werin cezakirin.”    MA / Hamdullah Kesen