Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn 2020-10-15 11:33:46   RIHA - Wesayîta karkerên Pîşesaziya Organîze ya Rihayê lê sîwar bûn û li wesayîtek din li hev qulibîn, 13 jê karker 15 kes birîndar bûn.    Wesayîta serwîsa karkerên Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê lê sîwar bûn û wesayîtek din li hev qulibîn, 13 jê karker 15 kes birîndar bûn. Di mînîbûsa serwêsê de 13 karker û di  otomobîlê de 2 kes hebûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, her 15 birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda  yên bajêr.