Ji bo Dokû xebata lêgerînê dîsa hat destpêkirin 2020-10-15 15:50:27 DERSIM – Ji bo dîtina Gulistan Dokû ya li Dersimê ji çileya 2020’an ve winda ye xebatên lêgerînê hat destpêkirin.    Xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Dokû ji meha çile ya 2020’an ve winda ye. Hêj agahî jê nehatiye girtin. Ji bo dîtina Dokû li Gola Bendava Ûzûnçayirê cara sêyemîn xebata lêgerînê hat destpêkirin.