ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-16 09:00:49 * Civaknasê êzidî Azad Bariş, destnîşan kir ku plansazên sereke yên peymana Şengalê rêvebiriyên Enqere û Hewlêrê ne û got: "Armanc, bendekê deynin ber destkeftiyên muhtemel ên êzidiyan. Ev yek wê zirarê bide yekîtiya neteweyî jî. Lê belê êzidî dikarin bên cem hev du û dikarin vê lîstika xedar û kujende xera bikin."  * Hevkarê Kooperatîfa Bîzîm Degîrmenê Ahmet Tûran ku berê KarsBelê difiroşe, anî ziman ku ji ber xebatên serketî hem Şaredariya Qersê hem jî KarsBel hedef hatiye girtin.    * Aktivîsta TJA'yê Pinar Akdal, diyar kir ku xebatên atolyeyê yên merheleya ewil a kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" li gelek herêman temam kirine û got, nexasim jî di atolyeyên têkel ên zayendiya civakiyî de careke din dîtina zayendîparêz dane ber lêpirsînê.    * Li Stenbolê ku her diçe hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibin, gel diqilqile. Welatiyan, rexne kir ku tevdîrên tên girtin kêm in û hejmara pêketiyan ên tên aşkerekirin bişaîbe ne û gotin, xwe dîtine nedîtine bacê didin dewletê lê belê dewletê nikaribûye tenê 2 mehan jî bi wan re eleqedar bibe.    * Rêveberiya berê ya Şaredariya AKP'î, xana kar bi 5 milyon û 656 TL'yan dabû ber îhaleyê, lê belê wê bi 26 milyon TL'yan cardin kirî.    * Alî Koçoglû ku 50 sal in makînîstiya sînemayê dike, anî ziman ku piştî pandemiyê eleqeya ji bo sînemayê kêm bûye û got: "Dewlet divê pitgiriya sînemayan, şanoyan û hunerê bike û ji bo em karibin li ser pêyan bisekinin çi bivê divê bike."    * Girtiyan ragihand ku ji ber xwestine qawîşên xwe biguherînin îdareya Girtîgeha Şirnexê heqaret li wan kiriye, ew derb kirine, cezayê dîsîplînê li wan biriye û hin hevalên wan sewqî girtîgehine din kirine. Hat gotin ku dema girtî sewqî Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 2 ya Tîpa T'yê kirine gardiyanan gef li wan xwariye û gotine: "Hûn ê hêza dewletê bibînin."    * Lêkolîner Mordem Zel ku navên rasteqîn ên bajar, gund, çem û çiyayên bakurê Kurdistanê li nexşeyê dinexişîne, diyar kir ku navê gundên 100 navçe û bajaran berhev kiriye û got: “Armanca min ew e ku nexşeyan temam bikim û pişt re jî wek ansîklopediyekê bidim çapkirin.”   * Senem Arîn a li Dersîmê yekane hosteya baxlema (tembûrê) ye û kargeriya çêkirina tembûran ava kiriye, anî ziman ku pêwistî bi eleqeyê heye û got: "Ji bo fêrkirina çêkirina baxlema deriyê kargeriya min ji her kesî re vekiriye."   * Danişîna ewil a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ê destdirêjî Îpek Er kiribû û pişt re dawî li jiyana xwe anîbû dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Sêrtê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna ewil a doza Cîhan Can ê ku otobusa polîsan lê qelibî û jiyana xwe ji dest da ji ber vê yekê doz li polîs H.A. hat vekirin dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 11'emîn a Amedê dê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi îdiaya "Heqaret li Serokkomar kiriye" tê darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Konseya Navenda TTB'ê û Milê Bijîşkên Jin ên TTB'ê û Tenduristiya Jinan bi mijara "Plansazaiya malbatan a bi lezgîn divê were çêkirin" civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)   * Berdevaka HDP'ê Ebrû Gunay têkidlarî geşedanên aktûel wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Rêxistinên hiqûqê û civaka sivîl dê bi boneya cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê birine li Goristana Kîlyosa Stenbolê veşartine daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)