'Dewletê nikaribû 2 mehan debara gel bike' 2020-10-16 09:09:42 STENBOL – Li Stenbolê ku her diçe hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibin, gel diqilqile. Welatiyan, rexne kir ku tevdîrên tên girtin kêm in û hejmara pêketiyan ên tên aşkerekirin bişaîbe ne û gotin, xwe dîtine nedîtine bacê didin dewletê lê belê dewletê nikaribû tenê 2 mehan jî, bi wan re eleqedar bibe.    Yek ji bajarê ku herî zêde bandor ji şewba Covîd-19'ê girtiye jî Stenbol e. Stenbolî ji ber vê yekê diqilqilin. Welatiyan, rexne kir ku tevdîrên tên girtin kêm in û hejmara pêketiyan ên tên aşkerekirin bişaîbe ne û gotin, xwe dîtine nedîtine bacê didin dewletê lê belê dewletê nikaribûye tenê 2 mehan jî bi wan re eleqedar bibe.    TEVDÎRINE ECÊB!    Ferhat Zankirtli, anî ziman ku tevdîrên tên girtin kêm in û got, polîtîkayên AKP'ê yên di vî warî de naecibîne. Zankirtli got: "Îqtidar di warê têkoşîna li dijî şewba Covîd-19'ê de ne samîmî ye. Du zarokên min hene, her du jî diçin dibistanê. Hin pol vekirine, hin jê jî venekirine. Heger pê bikeve ê giş pê bikevin, pê nekevin ên yek jî pê nekeve. Yanî an tu yê yekî jê jî neşînî an jî tu yê hemûyan bişînî. Dibêjin hûn dikarin biçin kafeyan, qehwexaneyan û baxçeyan çay vexwin lê radibin lîstikên wekî tewleyê qedexe dikin. Li gor min ev bêmantiq e."    PIŞTÎ RASTÎ DERKETIN HOLÊ...    Zankirtli, destnîşan kir ku îqtidar hejmara pêketiayn jî rast parve nake û wekî pergala wan baş bi rê ve diçe nîşan didin. Zankirtli got: "Daneyên parve dikin ne rast in. Ji lewra çend roj berê daneyên rast derktin holê. Piştî vê rabûn tiştekî ecêb gotin 'Hejmara pêketiyan û hejmara nexweşan ne heman tişt in.' Jixwe min qet bawer nekiribû, lê gava rastî derketin holê kifş bû ku em mafdar in. Lewma îqtidar ne samîmî ye."    DEWLET NIKARIBÛYE 2 MEHAN BI GEL RE ELEQEDAR BIBE    Arîfe Artik jî bilêv kir ku daneyên tên parvekirin ne rast in û tevdîrên tên girtin jî kêm in. Artik got: "Dewlet tu alîkariyê nake. Ji ber vê mirov ji emcbûrî li çara serê xwe dinêrin. Yanî dibêjin kî dimire bila bimere. Dewlet nikaribû ji bin vî barî rabe. Nikaribû 2-3 mehan debara gelê xwe bike. Ji ber vê her kes mecbûr ma wekî berê hereket bike. Me xwe dîtiye nedîtiye em bacê didin dewletê. Divê em bipirsin, em bacê didin lê ka ev pere li kû ye."    BERTEKA JI BO DAXUYANIYA WEZÎRÊ TENDURISTIYÊ    Yasîn Îlîm jî anî ziman ku daneyên tên parvekirin ji roja roj de ne rast bûne û got: "A rast danyên tên parvekirin bi min ne rast in. Li gor hejmara pêketiyan a tê parvekirin hejmara miriyan hejmareke bişaîbe ye." Îlîm, anî ziman ku çend roj berê ji bo testê çûye nexweşxaneyê û got: "Teksîvan li go hejmarekê dikarin rêwiyan hilgirin. Em 3 kes çûbûn. Lê me negirtin. Lê mînîbu û metro heya dev tije ne. Ji mirovan re dibêjin maskeyan bi kar bînin. Ji xeynî vê tu tevdîreke wan tuneye."    Îlîm, diyar kir ku divê tevdîrine baş bên girtin.    TEVDÎR HATIN BETALKIRIN    Ûtkû Ozdemîr jî diyar kir ku hem tevdîrên tên girtin kêm in hem jî daneyên tên parvekirin ne rast in. Ozdemîr, anî ziman ku piştî tevdîr hatine sistkirin rewş xirabtir bûye û got: "Hin tiştan vedişêrin. Lê haya gel jê heye. Carekê hin tevdîr girtin. Heya deverekê baş bûn. Lê piştî havîn hat sist kirin. Em dikarin bibêjin tevdîr nemane. Ez dibêjim ev jî ji ber rewşa aboriyê bû. Ev yek bandoreke nebaş li esnafan, karkeran û turîzmê kir. Dewlet ji dêvla piştgiriyê tevdîr rakirin. Ji ber vê tabloyeke wisa xirab derketiye holê."    Ozdemîr bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê jî da û got, veşartina daneyan tê wateya xapandina gel.     MA / Îdrîs Sayilgan