Girtiyên ku xwestin qawîşên xwe biguherînin gardiyanan li wan xistiye 2020-10-16 09:14:58 EDENE - Girtiyan ragihand ku ji ber xwestine qawîşên xwe biguherînin îdareya Girtîgeha Şirnexê heqaret li wan kiriye, li wan dane, cezayê dîsîplînê li wan biriye û hin hevalên wan sewqî girtîgehine din kirine. Hat gotin ku dema girtî sewqî Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 2 ya Tîpa T'yê kirine gardiyanan gef li wan xwariye û gotine: "Hûn ê hêza dewletê bibînin."  Endamê TÛHAY-DER'ê ya Çûkûrovayê Parêzer Abdûrrahman Îlgîn, di 2'yê Cotmehê de çûye Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 2 a Tîpa T'yê û der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê raporek amade kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 2 a Tîpa T'yê bi girtî Nesîm Kaplan, Abdûlkerîm Aksû û Mehmet Şakîr Erol re hevdîtin hatiye çêkirin ku ev her sê girtî ji Girtîgeha Şirnexê hatine sewqkirin.    'EW DERB KIRINE Û GEF LI WAN XWARINE'   Girtî Nesîm Kaplan, diyar kiriye ku gava li Girtîgeha Şirnexê bûye û di qawîşa "bêaliyan" de bûye, xwestiye derbasî qawîşeke din bibe lê belê îdareya girtîgehê bi heqaret û gefan bersiva wî daye û gotiye, îdareya girtîgehê bi lêpirsînên dîsîplînê, nederxistina hewadariym û astengkiriya çalakiyênw an ên civakî bersiva daxwazên wan dane. Kaplan, aniye ziman ku di 25'ê Îlonê de bêyî hincet wan sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirine û got: "Bi dehan gardiyan avêtin ser qawîşê û ji me re gotin hûn hatien sirgûnkirin. Nehiştin em kincên xwe jî bigirin. Zûzûka em ji qawîşê derxistin û em derbkirin û li wesayîtê siwar kirin. Şort û atlêtên me li me bûn, me bi vî awayî ji qawîşê derxistin. Çay, şekir, semawer û televîzyoa me nedan me. Gardiyanên Girtîgeha Şirnexê em derb kirin. Çêr ji me re gotin û heqaret li me kirin. Gav li me didan tim digotin 'hûn ê hêza dewletê bibînin.' Hevjîna min hîn jî li Girtîgeha Şirnexê ye. Der barê jiyana wê de endîşeyên min hene."    'MIN TEDAWÎ NAKIN'    Mehmet Şakîr Erol jî tiştên ku Kaplan gotine dubare kiriye û gotiye, gava ji Girtîgeha Şirnexê sewqî Girtîgeha Tarsûsê hatine kirine hatine derbkirin û eşyayên wan nedane wan. Erol gotiye: "Sirf ji ber ku me xwest em qawîşa xwe biguherînin miameleyeke nebaş li me kirin û em sirgûn kirin. Li Girtîgeha Şirnexê min dixwest etdawî bibim, lê îdareyê xwe nedida ber tedawiyê. Ji dêvla vê her tim hebên tevizîneriyê didan min. Hebên didan min bandoreke xirab li derûniya min dikirin. Ji 25'ê Îlonê ve nikarim ji ber milê xwe yê seqet rakevim. Gava me anîn Girtîgeha Tarsûê, ji bo etdawiyê min serlêdan kir. Lê hîn jî serlêdana min nehatiye bersivandin. Dixwazim tedawî bibim."    MA / Hamdûllah Kesen