Yekane hosteya jin a baxlemayê: Senem Arîn 2020-10-16 09:15:29 DERSÎM – Senem Arîn a li Dersîmê yekane hosteya baxlema (tembûrê) ye û kargeriya çêkirina tembûran ava kiriye, anî ziman ku pêwistî bi eleqeyê heye û got: "Ji bo fêrkirina çêkirina baxlema deriyê kargeriya min ji her kesî re vekiriye."  Senem Arîn a 24 salî li Dersîmê yekane jina ku baxlema (tembûran) çêdike. Arîn, piştî kargerî vekir ji daran tembûran çêdike û hunera destan pêş dixe. Arîn a 24 salî, bi çêkirina baxlema (tebûran) daran ji nûve bi ruh dike û dike amûr û dengê stranan. Arîn, dema kargeriya tembûran vekir û dest bi çêkirina tembûran kir, mirovên derdorê bertekên "Dê piştî demekê aciz bibe û dest jê berde" nîşanî wê dan. Lê wê li dijî van bertekan bêtir bi înat ji karê xwe hez kir û eleqe nîşanî karê xwe da. Arin, di sala 2014'an de li Konservatura Muzîka Rojava ya Semsûrê perwerdeya muzîkê dît. Dema osteyê tembûrê tembûr çêdikirin û 2 tiliyên wî ketin ber birekê û jê bûn, vê yekê bandor li ser wê kir û wê jî dest bi çêkirina tebûran kir. Arîn, pişt re di sala 2015'an de li Beşa Tamîr û Çêkirina Saz (amûrên muzîkê) a Konservatura Mûzîkîya Tirk a Dewletê ya Zanîngeha Egeyê xwend û 4 sal şûnde zanîngeh xelas kir. Piştî ku zanîngeh xelas kir hat li Dersîmê kargeriya çêkirina saz û tembûrê ava kir. Arîn saz û tembûrê wekî “Quran a bi Têl" pênase dike û dixwaze çêkirina saz û tembûrê fêrî nifên pêşerojê bike.    Arîn, anî ziman ku ji zarokantiya xwe ve bi dengê saz û tembûrê mezin bûye û wiha got: "Dema bernameyên cem û îbadetê deyîş bi saz û tembûrê tên gotin. Saz û tembûr di çanda elewiyan de cihekî taybet e. Perçeyekî jiyanê ye. Wekî gelê me jî dibêje saz û tembûr wekî Qurana bi têl e. Dema min li Semsûrê dibistan dixwend osteyê min ê ku du pêçiyên xwe jê kir bandor li ser min kir."    'NE TENÊ KARÊ MÊRAN E'    Arîn, diyar kir ku ji çêkirina tembûrê heta lêdana tembûrê bûye pisporê kar û wiha axivî: "Her çêkirina saz û tembûrekê 2 mehan didome. Dema ez Enstruman didim xwediyê wî dilê min pêre diçe. Lê encama keda min min kêfxweş dike. Piştî min ev kargerî  vekir ez dixwazim gelek kes bên li vir fêrî çêkirina tembûr û saz bibin. Li zanîngehê di pola me de 8 mêr û 2 jin bûn. Divê bi taybetî jin eleqeyê nîşanî vê qadê bidin. Ev ne tenê karê mêran e. Ez dixwazim jin jî eleqe nîşanî vî karî bidin. Kî bixwaze dikare fêr bibe û vî hişê 'Karê mêran e' pûç bike. Jin bingeha civakê ne. Niha bertekên xweş hene. Dema min zanîngeh dixwend digotin 'Tu nikare vî karî berdewam bike'. Herî zêde mêran ev tişt digot. Lê piştî min li Dersîmê dest bi vî karî kir pir şaş û maş bûn. Ji bo fêrkirina vî karî û pîşeyî deriyê min ji her kesî re vekirî ye. "    MA / Ayşe Surme