TTB: Em ê li her qadê gotina xwe bêjin 2020-10-16 11:05:16 ENQERE - TTB’ê, derbarê Erdogan ê ew weke hedef nîşan dan de, daxuyanî da û got: “TTB ne alîgirê hesên xwe hêz dibînin, alîgirê kesên mafdaran. Ji bo tenduristiya civak û bijîşkan, em ê li her qadê gotina xwe bînin ziman.”    Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), derbarê desthilatdariya siyasî û alîgirên wê yên, wan weke hedef nîşan didin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku di heftiya herî dawî de, 9 kedkarên tendurstiyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û wiha hat gotin: “Bi dest pêkirina pandemiyê heya roja îro, mîna bi hezaran welatiyên me, 50 bijîşk jî di nav de bi giştî 112 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û em êşa wan dijîn. Êv êş û xemginiya me bê dawî ye.”   ‘EM LI GEL KESÊN MAFDARIN’   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat şirove kirin: “TTB berevajiyê hikumetê, welatiyan bi awayekê rast agahdar dike. Di demên dawî de bi awayekê zanebûn me dixin hedefê. Em dixwazin bidin zanîn ku, em weke Yekitiya Bijîşkên Tirk, ne li gel kesên xwe hêz dibînin, li gel kesên mafdar û rastiyan dibêjin e. Emê vê piştgiriya xwe dewam bikin. Yên ku xwe bi hêz dibînin, her çiqasî dixwazin li her derê xwe weke mafdar nîşan bidin jî, lê di rastiyê de rastî bertekek cidî ya civakê tên.”   'TÊKOŞÎNA BI ÎŞKENCEYÊ RE RÛMETE’   Di daxuyaniyê de, ev nirxandin hat kirin: “Seroka Konseya Navendî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fincanc, di çarçoveya erka xwe ya bijîşktiyê de, li dijî îşkenceya dij mirovahiyê, hem li welatê me û hem jî di qada navneteweyî de xebatên girîng birêve birin. Têkoşîna li dijî îşkenceyê û ji bo mafê mirovan, ne şerme, berevajî rûmete. Ev helwesta bi rûmet, her tim ji aliyê TTB û bijîşkiyê derketiye holê.   EM SOZ DIDIN   Emê weke Konseya Navenî ji bo mafê tenduristiya bijîşk û civakê têkoşîna xwe bi rêve bibin. Em soz didin ku çi dibe bila bibe, em ê her tim xwedî hempîşeyên xwe, raya giştî ya Tirkiyeyê, erdnîgariya em li ser dijîn, tenduristiya xwe, perwerdeya xwe û demokrasiya xwe, derkevin.”