Koca: Li Stenbol û Bûrsayê, hejmara pêketiyan zêde dibe 2020-10-16 12:36:16   ENQERE – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku ev heftiyeke li Stenbol û Bûrsayê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêde dibin.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca yê li Erziromê civîna çapemeniyê li dar xist, derbarê pêvajoya pandemiyê de axivî û nirxandin kirin. Koca, da zanîn ku ev heftiyeke di serî de li Stenbol û Bûrsayê, hejmara pêketiyên vîrûsa korona (Kovîd-19) zêdetir dibe.   Koca, bal kişand ser xebatên xwe yên li dijî vîrûsê û wiha got: “Li dijî şewbê, ev 7 mehin em bi şev û roj dixebitin. Li welatên herî pêşketî jî, me dît ku kapasîteay pergala tenduristiyê têrê nake. Lê pergala me ya tenduristiyê bi awayekê serkeftî têkoşiya. Ev çend heftene, li tevahiya welat, kêmbûyînek şewbê heye. Lê li Stenbol û Bûsayê hejmara pêketiyan zêde dibe.”