2 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin 2020-10-16 13:20:27   ENQERE - Endamên SGDF’ê Yucel Yavûz û Devrîm Taylan Eryilmaz, di çarçoveya lêpirsînekê ku derbarê wan de hatibû vekirin, hatin binçavkirin.    Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yucel Yavûz û Devrîma Taylan Eryilmaz, di çarçoveya lêpirsînekê ku derbaê wan de hatibû vekirin, li Enqerê hatin binçavkirin.    SGDF’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku endamê wan hatin binçavkirin û derbarê mijarê de ev parvekirin kir: “Rêhevalên me yên hatin binçavkirin tevalê berdin. Hûnê nekarin bi binçavkirin û zextan, têkoşîna ciwanên azad û sosyalîst rawestînin.”   Rêxistinên ciwanan li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşanî binçavkirina ciwanên sosyalîst dan. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî, ev parvekirin kir: “Li Enqerê di rojên dawî de zext û binçavkirinên li dijî ciwanan pir zêde bûne. Bêyî ku tu huncetê nîşan bidin, hevalên me yên xebatê binçavkirin kir. Êdî tehemula wan a li hemberî têkoşîna yekgirtî ya ciwanan nemaye. Ev hişmendî wê rojek zû ne yek dereng hilweşe.”