TSK'ê li Eyn Îsa xist: Zarokekê jiyana xwe ji dest da 2020-10-16 13:38:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama topbarana TSK û komên paramîlîter ên girêdayî wê de, zarokê bi navê Hatim Hazim jiyana xwe ji dest da.   Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zarokê bi navê Hatim Hazim (13) yê ji eşîra El-Bû Esaf e, serê vê sibehê di encama topbarana Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên paramîlîter ên girêdayî wê de, bi giranî birîndar bibû. Hatim ê di topbarê de lingê xwe winda kir, li nexweşxaneya bajarê Reqayê tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.   Hat diyar kirin ku di heman demê de TSK û komên girêdawî wê, di saetên derbas bûyî de gundên Xalidiyê, Hoşan û Ebû Sira yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin û ev topbaran dem bi dem dewam dike.