‘Di salên 90’î de cenaze winda dikirin, niha jî îşkence li wan dikin’ 2020-10-16 14:33:02   AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas têkildarî nedayîna cenazeyên endamên PKK’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku dewletê di salên 90’î de cenaze winda dikir, niha jî îşkence li cenazeyan tê kirin.    Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) derbarê nedayîna cenazeyên endamên PKK'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Deriyê Mêrdînê ya li ser navçeya Yenîşehîra Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên MEBYA-DER û malbata Seyfettîn Tûtmaz ê PKK'yî beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘JI GELÊ KURD RE ZILMÊ REWA DIBÎNIN’   Destpêkê Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas diyar kir ku dewletê ji gelê kurd re zilmê rewa dibîne û wiha got: “Bang li dayika Xalîse kirin, cenazeyê zarokê wê jê re weke paketeke diyariyê şandin. Ev zilma wan niha berdewam e. Salên 90’î cenaze winda dikirin. Niha jî li cenazeyan îşkence dikin. Niha dixwazin me bitirsînin dibêjin ‘em we îşkence dikin, me bibînin’ ne veşartî eşkere dikin.”   Dû re Xwîşka Seyfettîn Tûtmaz ê PKK’yî ku cenazeyê wî ji salên 90’î û vir ve winda ye Ayşe Tûtmaz axivî. Tûtmaz bi bîr xist ku ji salên 90’î heta niha li pey hestiyên xwe ne û xwest goreke wan hebe ku biçin ser dûayekê bixwînin.