Xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn 2020-10-16 14:41:17   NAVENDA NÛÇEYAN – Bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê li gelek navendan xebatkarên tenduristiyê yên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.    Vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bandora xwe ya kujer didomîne. Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ku li dijî koronayê têdikoşin jî dibin qûrbanê şewbê. Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê (TTB) û xebatkarên tenduristiyê ji bo Serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê Esat Ulku û xebatkarên tenduristiyê yên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane bernameyên bîranînê li dar xistin. Di bernameyên bîranînê de ji bo xebatkarên bûne qûrbanî deqîqeyek rêz hat girtin. Bernameyên bîranînê li Mêrdîn, Wan, Edene Enqere û gelek deverên din hatin lidarxistin. Di bîranînan de hat xwestin ku Kovîd-19 bila wek nexweşîna pîşeyî were ragihandin.