Danişîna doza endezyar Cîhan Can hat taloqkirin 2020-10-16 15:11:47 AMED – Danişîna doza polîsê ku bi otobusê pê li Cîhan Can kiribû û ew kuştibû hat dîtin û dadger bêyî li beyanên parêzerê malbatê guhdar bike danişînê bi dawî kir.    Li Amedê di 27’ê kanûna 2019’an de polîs Hakan A. otobusê li endezyar Cîhan Can qelibandibû û ew di bin de hiştibû. Can li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna ewil a doza derbarê polîs Hakan A. de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Asliye ya 11’emîn a Amedê hatlidarxistin. Polîs Hakan A. ê tayînî Sêwazê hatiye kirin bi rêya dîmen û deng beşdarî danişînê bû û malbata Cîhan Can û parêzerê malbatê Fûat Coşacak jî di danişînê de amade bûn.    Bersûc Hakan A. parastina xwe kir û îdia kir ku ew bêsûc e û xwest ji dozê xilas bibe.    Dayika Can, Haliye Can jî di danişînê de axivî û xwest bersûc were cezakirin.    Parêzer Fûat Coşacak jî diyar kir ku dema ew li pêkhatina bûyerê dinêrin difikirin ku sûcê bi qestî kuştinê pêk hatiye û ji ber giraniya sûc divê bersûc li Dadgeha Cezayê Giran were darizandinê. Coşacak xwest ku dosyeyê bişînin Dadgeha Cezayê Giran û danişîn li wir bidome.    DESTÛR NEDA BEYANÊN DEVKΠ   Dadger da zanîn ku ew ê li beyanên devkî yên Coşacak guhdar neke û xwest daxwaza xwe bi nivîskî bide û bêyî ku daxwazên wî werbigire danişînê bi dawî kir. Coşacak bertek nîşanî vê yekê da.    Dozger jî daxwaza Coşacak a ji bo dozname biçe dadgeha cezayê giran red kir.    Dadger jî daxwaza parêzer red kir û bi biryara şahid Mustafa Başkan were guhdarkirin bi darê zorê bînin danişînê danişînê taloqî 15’ê çileya 2021’an kir.