Girtiyên Girtîgeha Mereşê li dijî binpêkirina mafan ketin grevê 2020-10-16 15:34:35   MEREŞ - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Mereşê Ahmet Nas, diyar kir ku zextên li ser wan pir zêde bûne û bi armanca van zextan şermezar bikin û pirsgirêkê çareser bikin hefteyek e di greva birçîbûnê de ne.    Li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Mereşê girtî Ahmet Nas û Veysi Altan, bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe. Girtiyan anîn ziman ku binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Girtiyan anîn ziman ku gelek mafê wan tê binpêkirin û zextên li ser wan zêde  bûne. Nas, destnîşan kir ku di pêvajoya Vîrûsa Corona (Covid-19) de tedbîr nayên girtin. Nas, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê bi rêk û pêk şerê derûnî li ser wan dimeşîne û got: "Daxwaznameyên me naşînin. Alavên me yên bi kardo ji mere tên nadin me. Xwarina wan pir xerab e. Der barê vîrûsê de tu tedbîr nayên girtin. Hewa sar e, lê bataniyan nadin me. Zextên derûnî yên devkî dikin. Ji ber zextên li ser girtiyan, hefteyek e ji bo çareserî pêş bikeve me dest bi grevê kiriye."