‘Baterî, ne qewet û masûlke ne' 2020-10-17 09:06:51 STENBOL – Yek ji ensturmana ku gava navê wê tê bilêvkirin, mêr tên bîra mirov jî baterî ye. Lê belê Zelal Sûyû, bi bateriyê vê feraseta navbirî serobino dike û dibêje "Baterî, ne quwet û masûlke ne."  Hin pîşe hene tenê bi kodên zayendîparêz tên fêmkirin. Yek ji van jî bikaranîna enstrumana "baterî"yê ye. Lê belê Zelal Sûyû ya 23 salî vê ferasetê serobino dike. Sûyû, li Stenbolê dimîne û bi eslê xwe ji Bedlîsê ye. Ewilî erbane û hin ensturmanên lêdanê bala wê dikişîne. Lê belê ev salek e li ser bateriyê hûr bûye.    BI ERBANEYÊ DEST PÊ KIRIYE    4 sal berê erbaneyek diyarî Sûyê tê kirin û bi saya vê erbaneyê enstrumanên muzîkê bala wê dikişînin. Piştî vê Sûyû daxilî nav koroyên jinan dibe. Gava diçe kursê dibîne ku mamosteya wê li bateriyê jî die û piştî vê baterî bala wê dikişîne. Sûyû, li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hînî erbane û bateriyê dibe.    ‘JIN DIKARIN LÊ BIDIN'    Sûyû got: "Baterî, enstrumana herî bihêz e. Lewma balê dikişîne. Nexasim lebatên laşê xwe hemûyan bi kar tînim. Ev jî hîseke muhteşem e. Ji ber ku milên xwe û lingên xwe bi hev re bi kar tînim û rîtmên cuda derdikevin holê, heyecaneke mezin xwe li min digire."    Sûyû, diyar kir ku sedemeke din jî ewe ku li sehneyên baterîst tim mêr in û got: "Baterî ne enstrumaneke ku tenê mêr bi kar bînin. Ji ber ku wisa bawer dikim, lewma israr dikim. Gava li bateriyê didim kêfxweş dibim û xwe hêztir hîs dikim. Carinan difikirim gelo cihekî din heye ku xwe ev qasî biheyecan hîs dikim."    Sûyû, anî ziman ku kêm jin hene li bateriyê didin û got: "Sedema wê jî feraseta hêzê ye û ev hêz jî bi mêr re heye û baterî li ijê nayê. Wê ev feraset hebe, lê a girîng em çawa hîs dikin. Ji dêvla ku em li sehneyan tenê mêrên bimasûlke û biqewet bibînin, dixwazim ez li wan sehneyan xwe û jinan bibînim. Li her derî jin wekî mirovên bêhêz tên nîşandan. Ez wisa bawer dikim ku jin bihêz in. Çawa ku d bateriyê de mêjî dibe çar perçe, jin jî dikarin xwe li her derî pêş bixin. Dikarin her karî bikin. Dixwazim vê yekê bibînim. Gava em bixwazin tu tişt tuneye ku em ê nikaribin ji derheqê wê derkevin."    Sûyû, bilêv kir ku hîn haya dê û bavên wê jê tuneye ku li bateriyê dide û got, hîn jî feraseta ku jin nikare li her derî be heye. Sûyû got: "Pêşî dixwazim vê ferasetê ji holê rabikim û dûr tevî jinên wekî xwe bixebitim. Dixwazim tevî jinan xebatên soloyî bikim. Hîn ez li serê rê me û bawer dikim ku ez ê pirtir bikim. Ji lewra bawer dikim û hêza min heye. Gava mirov bawer bike wê akribe her tiştî bike, ev bawerî dibe cihê dilwxeşiyê."    Sûyû got: "Niha mêrên malbata me ku berê li ber vê yekê radibûn, dibêjin 'hînî me jî bikin.' Bi serketinê, hin ferasetan dişikînim. Ji lewra qadên bi vî rengî ewilî ne jin mêr serî li wan didin. Mêrên malbata me jî digot qey ji bo wê hobî ye. Wisa difikirin ku jinek nikare li bateriyê bide. Ji bo karibe lê bide divê bihêz be û bi masûlke be. Yanî meqaseda wan mêr e. Lê niha ez bi kar tînim û ji ber ku mêr alîkariyê ji min dixwazn dilxweş dibim."    Her wiha Sûyû anî ziman ku piştî demekê dixwaze di vî warî de zarokan perwerde bike.    ‘HÊZA XWE KEŞF BIKIN'    Sûyû, bang li jinan jî kir û got: "Ez bi bateriyê xweştir xwe îfade dikim. Bawer dikim ku wê baterî bibe dengê min. Ji bo min cihê dilxweşiyeke bêdawî ye. Ez ber bi cîhana xwe ya hundirîn ketime ser rêyekê. Min bawer kir ku ez ê karibim lê bidim. Dixwazim hemû jin jî ber bi cîhana xwe ya hundirîn têkevin rê û hêza xwe keşf bikin ku wê karibin bikin."    MA / Semra Tûran