Destpêka zext û zoriyan Îmralî ye 2020-10-17 09:07:35 STENBOL - Siyasetmedaran bertek nîşanî tecrîd û qedexeya parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dan û li dijî zext û zoriyan îşaret bi "Eniyeke yekbûyî" kirin.  Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal in didome. Herî dawî hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re 6 mehan hat qedexekirin. Ev yek bû cihên bertekan. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û Cîgira Serokatiya Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran, tecrîdê û bandorên wê nirxandin.    BÛLÛT: WELÊT HATIYE TECRÎDKIRIN    Bûlût, bal kişand qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re û got, biryara qedexekirine beriya operasyona binçavkirinê ya li dijî partiya wan bi çend rojan hatiye girtin û ev jî tê wateya ku tê xwestin hêzên demokrasiyê bên çavtirsandin. Bûlût, diyar kir ku tecrîd, qedexe û operasyonên binçavkirinê girêdayî hev in û got, tecrîdkirina kesekî ku milyonan kes jê re dibêje "rêberê min e" nayê qebûlkirin.    Bûlût got: "Di 23'yê Îlonê de hevdîtina bi Birêz Ocalan re qedexe kirin. Piştî wê demildest berxwedana Kobaniyê wekî hincet hat nîşandan û li hemberî partiya me operasyoneke qirkirinê kirin. Îqtidara AKP'ê, dixwaze hemû dengên ku dixwaze rewşa welêt biguherîne bitepisîne. Lewma tecrîda li ser Birêz Ocalan tiştekî werê bi têgeheke ji rêzê bê ravekirin. Welêt bi tevahî hatiye tecrîdkirin. Îro jin, muxaleft, baro, lîstikeke şanoyê bixwe jî tê tecrîdkirin. Ev tişt hemû girêdayî hev in."    Bûlût got: "Li Îmraliyê çi biqewime pê re zextên li ser hêzên demokrasiyê jî zêde dibin. Lê belê gava bi têkoşîna hêzên demokrasiyê deriyên Îmraliyê tên vekirin ev zext kêm dibin. Niha bi qedexekirina hevdîtina bi Birêz Ocalan re gelek tê cezakirin. Em vê tecrîdê bi tu awayî qebûl nakin. Divê Birêz Ocalan ji mafên di qanûnê de hatine diyarkirin ji hemûyan sûdê wergire."    ‘TECRÎD LI TEVAHIYA WELÊT BELAV BÛYE'    Taşkiranê jî anî ziman ku operayonên binçavkirinê û girtinê yên li dijî hêzên demokrasiyê û qedexekirina hevdîtinê ya bi Ocalan re girêdayî hev in. Taşkiran, di 5 salên dawî de zext û zorî pir zêde bûne û ji ber van zext û zoriyan bi hzaran kes hatine girtin.    ‘DESTPÊKA ZEXT Û ZORIYAN ÎMRALÎ YE'    Taşkiran, destnîşan kir ku destpêka zext û zoriyên li hemberî hêzên demokrasiyê Îmrali ye û got: "Tecrîda ku 22 sal in li ser Birêz Ocalan tê kirin, li hemberî tevahiya hêzên demokrasiyê tê pêkanîn."    Taşkiranê destnîşan kir ku ji ber ku vê yekê qebûl nakin bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û bal kişand ser têkoşîneke yekbûyî.    TÊKOŞÎNEKE YEKBÛYΠ   Taşkiran, destnîşan kir ku yek ji rêyên jiyaneke wekhev û bi hev re rabûne li ber polîtîkayên tecrîdê ye û got: "Ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Divê her kes li ber vê rabe. Îqtidara AKP-MHP'ê winda dike û her ku winda dike dest bi êrîşan dike. Ji bo pêşî li ber van êrîşan bê girtin demildest pêdivî bi eniyeke têkoşînê ya yekbûyî heye."    MA / Erdogan Alayûmat